BALIKESÎR - Girtiyên ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 a Bandirmayê name şandin, diyar kirin ku ew hatin derpkirin û wiha gotin: “Ji me re gotin çima destê xwe radikin û çima xwar rêve diçî û em derpkirin.”
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 a Bandirmayê di mînin bi name şandine binpêkirinên mafan vegotin. Di nameya gihiştiye destê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) de tiştên ku Abdurahîm Demîr, Musa Ertaş, Eyup Selîmoglu, Meas Erdemcî, Abdulhamît Ahras, Fethullah Yîgît, Ercan Tunç, Ahmet Banak, Bayram Şîpel, Alî Bora, Rustem Daş, Muhammed Muhammed, Lokman Babat û Eşref Kaya jiyane hatin vegotin.
‘JI BO ÎŞKENCE Û DERPÊ LI HINCETAN DIGERIN’
Girtiyan diyar kirin ku piştî darbeya 15’ê Tîrmehê bi OHAL’ê re binpêkirinên mafan û zextên li ser wan xêde bûne, bi îşkenceya sistematik re rû bi rû ne û wiha gotin: “Dema me dibin nexweşxanê û dadgehê em rastî êrîşa fîzîkî ya gardiyan û leşkeran tên. Her çiqas tê gotin ku divê gardiyan û leşker ligorî qanûna li dijî girtiyan bêalî bin jî.. bi hinceta hûn çima destê xwe radikin, çima lingên xwe çep diavêjî, çima cihaza X-RAY lêdixe li ser me lêgerîna tazî tê ferzkirin û em rastî êrîşa fîzîkî tên.”
‘NEXWEŞ TERKÎ MIRINÊ HATINE KIRIN’
Girtiyan da zanîn ku gelek hevalên wan ji ber 20-25 salin di girtîgehê de ne nexweşiyên kronik bi wan re hene û wiha gotin: “Ji ber sererast nayê dermankirin talûkeya jiyana wan heye. Nexweş tertkî mirinê kirine. Hevalên me Halîl Îdîz, Osman Bozkurt, Mahmut Demîrel, Cemîl Yagiz, Azîz alp, Nîhat Malgaz, Delîl Otek, Sezaî Damar, Muhammed Mahmo û gelek ên din 12’yê Gulanê beriya bibin dadgehê û piştî ji dadgehê anîne hatine derpkirin. Em banga hestiyariyê li raya giştî dikin.”