Wergêra ETHA'yê ya girtî Tolu: Em ê bêdeng nebin

STENBOL - Wergêra ETHA'yê Meşale Tolu ya ji girtîgehê name şand wiha got: "Yên ki bi dîlgirtina bedena me dixwazin me bêdeng bikin di nava şaşîtiyê de ne. Çawa DÎHA, Cumhuriyet, Ozgur Gundem, Bîrgun û Evrensel li hemberî pêkûtiyan bêdeng nebûn, em rojnamger jî bêdeng nabin."

Wergêra Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Meşale Tolu ji Girtîgeha Bakirkoyê nameyek şand. Tolu ya tiştên ku di binçavan de û piştî hate girtin vegot diyar kir ku hemberî wê jî wekî nûçegihanê Die Weltê yê Tirkiyeyê "sixûrê alman e" tê kirin.

Tolu di nameya xwe de got ku di arîfeya 1'ê Gulanê de bi ser mala wê de hatiye girtin û hevserê wê jî bi heman hincetan beriya referanduma 16'ê Nîsanê hatiye girtin. Tola anî ziman ku piştî ku hevserê wê hate girtin heman dozgerê der barê wê de jî biryara girtinê daye û ev agahî parve kir: "Li malê ez û kurê min ê 2 salî hebû ligel ku ev dihat zanîn jî bi şîdet ketin mala min. Tîmên taybet piştî ku derî hat vekirin min li erdê dirêj kirin û pêlî min kirin. Kurê min ji ber deng hişyar bû û li odeyê digiriya. Nehiştin ez biçin cem kurê xwe, tîmên taybet bi çekan ketin odeya kurê min. Ligel ku min gote li malê kurê min heye jî ev bi kurê min dan jiyankirin. Mala min tevlihev kirin. Ez fêm nakim ku çawa bi vî rengî dikevin mala jin û zarokekî biçûk dijîn, armanca wan çi ye."

'EM ROJNAMEGER BÊDENG NABIN'

Tola di nameya xwe de wiha got: "Îktidar a ku bi girtina rojname, televîzyon û radyoyên muxalîf negihîşt armanca xwe êrîşên xwe bi girtina rojnameger, nivîskar û karîkaturîstan didomîne. Ez jî di çarçoveya van êrîşan de piştî binçavkirina 6 rojan di 6'ê Gulanê de hatim gritin.

Bi dîlgirtina bedena me yên ku hewl didin dengê me bibirin di nava şaşîtiyê de ne. Çawa ku Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), rojnameya Cumhuriyetê, Ozgur Gundem, Bîrgun û Evrensel li hemberî pêkûtiyan bêdend nebûn em ê rojnamger jî bêdeng nabin. Çapemeniya alîgir rojnamegerên girtî nedîtîve bê jî xebatkarên çapemeniyê yên ku mafê ragihandina azad a gel diparêzin dê bibin dengên hev. Piştî ku hatin binçavkirin heta niha min ev hêvî jiyan kir.

Ez ji 159 rojnamegerên girtî yêr Tirkiyeyê yek im. Bi îdiayên bêbingeh bi kurê xwe yê 2 salî re li girtîgehê me. Dema ku kurê min bê rewşa ku van tiştan fêm dike ez ê ji wî re bibêjim em ji ber ku azadiyê diparêzin hatine girtin."