ÎRA: Guzupek û Ertaş bi rêbezên neaqilane hatin binçavkirin

AMED - Însiyatîfa Rojnamegerên Azad daxuyand ku rojnameger Zekeriya Guzupek û Mehmet Alî Ertaş bi rêbazekî neaqilane hatine binçavkirin û bi vî rengê tê xwestin rojnamger bêzar bibin, xwest herdu rojnameger demildest bên berdan.

Însiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA), ji bo binçavkirina Serokê Lijneya Rêveber a Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) ve hat girtin Zekeriya Guzupek û edîtorê beşa kurdî Mehmet Alî Ertaş şermezar bike û rapora binpêkirinên meha gulanê aşkera bike li avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) civîna çapameniyê li dar xist. Di civînê de dowîzên "Rojnamgerî re sûc e", "Ez rojnameger im" ên li ser wêneyên Guzupek û Ertaş hene hatin hilgirtin û gelek rojnamger beşdar bûn.

'ROJNAMEGER BI RÊBAZEKÎ NEAQILANE HATIN BINÇAVKIRIN'

Di civînê de ewil Berdevkê ÎRA'yê Hakki Boltan axivî û diyar kir ku li Tirkiyeyê rapora binpêkirinên mafan ên li hemberî rojnamegeran bi bihistiyariyê tê amadekirin, rojnamger Ertaş ê ku rapora meha Gulanê amade kiriye niha bin çavan de ye. Boltan diyar kir ku DÎHA ya ku Ertaş û Guzupek dixebitîn bi KHK'ê ve hate girtin îktidar hewl dide ku bi vî rengî rojnamgeran bêzar bike. Boltan wiha berdewam kir: "Lê hêviya wan bi cih nehat. Bi daxwazeki xurtir xebatên xwe yên rojnamgeriyê berdewam kirin. Feraseta îktidarê ya dijminê azadiya çapemeniyê ye li hemberî vî sekna bi rûmet dîn bûn ku herdu hevalên me bi rêbazên neaqilane bin çav kirin."

'HEDEF ROJNAMGER Û ÇEKAN XISTINA HEMAN KAREYÎ YE'

Piştî Boltan rojnamger Zuhal Atlan li ser navê însiyatîfê rapora binpêkirinên mafan a ku hatibû amadekirin xwend. Atlan diyar kir ku du caran ji aliyê heman kesan ve ji ber îxbara bêbingeh si ser malê de hatiye girtin û wiha got: "Nêzîkatiya polîsan jî nîşan dide ku îxbarek tuneye. Îxbar sûnî ye û ji bo reşkirinê ye. Hedef rojnameger û çek xistina hundirê heman kareyê ye."

'DIVÊ DEMILDEST BÊN BERDAN'

Atlan got ku wetî Însiyatîfa Rojnamegerên Azad vî pêkanînê bi tundî şermezar dikin û wiha axivî: "Em dixwazin herdu hevalên me yên di bin çavan de û rojnamgerên li girtêgehan demildest bên berdan. Ev tenê xebata rojnamgeriya azad na ji bo pêşeroja Tirkiyeyê şert e."

Atlan piştre rapor aşkera kir.

Rapora meha Gulanê wiha ye:

* 17 rojnameger hatin binçavkirin.

* 8 rojnamger hatin girtin.

* 13 rojnamger derketin pêşberî dadger.

* Li 8 rojnamgeran 59 sal û 9 meh û 15 roj ceza hate birîn.

* Li 2 rojnameran 14 hezar TL cezaya pere hat birîn.

* Der barê kovarekî de biryara berhevkirinê hat dayîn.

* Der barê 6 rojnamegeran de doz hate vekirin.

* 2 rojnamegeran beraet kirin.

* 4 rojnamger hatin berdan.

* Rojnamegerek hat kuştin.