Bavê Mehmet Ayvalitaş: Duh doza wî hebû îro jî bîranîna wî

STENBOL - Bavê Mehmet Ayvalitaş ê k udi bûyerên Parka Geziyê de jiyana xwe ji dest da alî ayvalitaş di merasîma bîranînê de axivî û diyar kir ku duh doza Mehemt îro jî bîranîna wî hebû.

Ciwanê bi navê Mehmet Ayvalitaş ê di bûyerên Parka Geziyê de li Umraniyê jiyana xwe ji dest da di 4’emîn salvegera mirina wî de li ser gora wî hat bi bîranîn. Dayîkên Şemiyê, endamên Platforma Dengê Girtî û Nemiran (OTSP), Piştevaniya Sosyalîst Dayanışma (SODAP) û malbata Ayvalitaş tevlî bîranînê bû.

‘DUH DOZ HEBÛ ÎRO BÎRANÎN’

Bavê Mehmet Ayvalitaş Alî Ayvalitaş diyar kir ku êşa wan wekî duh hêjî nüye û wiha got: “Dixwazin bila min bigirin ez ê têkoşîna xwe bidomînim. Duh doza wî hebû îro bîranîna wî. Xwedê êşek wiha bi kesekê nede jiyîn. AKP dibêje ‘xwîn ji pozê kesekê ne hatiye’ lê her roj mirov tên qetilkirin û divê ji van mirina re êdî bêjin bese.”

'EM LI PEY DADA NE HATIYE DAYÎNIN’

Endamê OTSP’ê Îsmet Yurtsever bang bilinkirina têkoşînê kir û da zanîn ku kesên di têkoşîna Geziyê de li ber xwedan niha têkoşîna xwe li Reqayê berdewam dikin.

Dayîka Şemiyê Hanîfe Yildiz jî wiha axivî: “Em li pey dada nehatiye dayînin. Dihizirin ku em ê dest ji dozan berdin. Bavê Mehmet 4 sale li dadê digere ez 22 sale lê digerim. Em ê lêgerîna dadê bidomînin û ji dadgerin dixwazin ku dest deynin ser wijdana xwe.”

Piştî axaftinan girseyê gora dayîla Mehmet Ayvalitaş Fadîme Ayvalitaş ziyaret kir.

Bîranîn bi berxkirina dirûşmeyan bi dawî bû.