Muhsîn Melîk û Mehmet Ayyildiz hatin bibîranîn

RIHA - Endamê MP a HADEP'ê Mûhsîn Melîk û Serokê Rêxistina Rihayê Muhsîn Melîk û hevrêyê wî Mehmet Ayyildiz ên di 1994'an de hatin kuştin li ser gorên xwe hatin bibîranîn.

Endamê MP a HADEP'ê Mûhsîn Melîk û Serokê Rêxistina Rihayê Muhsîn Melîk û hevrêyê wî Mehmet Ayyildiz ên di 2'yê Hezîrana 1994'an de hatin kuştin li ser gorên xwe li goristana Haran Kapi bi merasîmekî ve hatin bibîranîn. Malbat, rêxistinên HDP û DBP'ê, parlamenterên HDP'ê Dîlek Ocalan û Îbrahîm Ayhan, Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî merasîmê bûn. Piştî rêzgirtinê Hevserokê HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu axivî.

Surucu got ku li ser qetilkirina Melîk û Ayyildiz 23 sal derbas bûye û wiha berdewam kir: "Hevrê Muhsîn bi têkoşîna xwe ya ku li dijî înkarkirina neteweya kurd daye ve mînak e. Ew şehidî azadî û demokrasiyê ye."

Piştre hevsera Melîk. Senay Melîk axivî diyar kir ku Melîk parazvanê dostanî û biratiya gelan bû û wiha berdewam kir: "Ew nirxa mirovahiyê ya hevpar bû. Tiştêk ku Muhsîn qezenc bike yan jî winda bike bi mirovaniyê re heman tişt bû. Ew şexsiyetekî mînak bû. Di têkoşîna demokrasiyê de qet serê xwe netewand. Bi kuştina wî xwestin çavên girseyan bitirisînin. Her tim dihat tehdîdkirin. Dijminê mirovahiyê di 2'yê Hezîrana 1994'an de li navenda bajar Muhsîn Melîk û Birêz Mehmet Ayyildiz kuştin. Ev êrîşekî bi plankirî bû."


Melîk got ku heta kiryar bên dîtin têkoşîna xwe bidomînin.

Parlamenter Ayhan jî xeyalê Melîk jiyanekî mirovane bû ji ber ku ev nirx diparast ji aliyê hêzên tarî ve di salên 90'an de hate qetilkirin. Ayhan got ku ew hewl didin wekî hevrêyên Melîn ala wî ya têkoşînê nexin erdê, heta ku li Tirkiyeyê aştî û azadî pêk bê ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

Piştre girseyê kulîlk danîn ser gora Melîk û Ayyildiz.