Li Îzmîr û Denîzliyê 2 jin hatin qetilkirin

ÎZMÎR - Li Karabaglarê jina bi navê Fîlîz Akbaş, ji aliyê Tevfîk D. ve hat qetilkirin. Li Denîzliyê jî Şengul Sezgînce ji aliyê hevjînê xwe yê dixwest destê jê berde ve hat li ber edliyeyê hat qetilkirin.

Li taxa Peker a navçeya Karabaglara Îzmîrê jina bi navê Fîlîz Akbaş a 45 salî ji aliyê Tevfîk D. ê 65 salî ve hat qetilkirin. Tevfîk D. piştî Akbaş qetil kir, çû qereqolê û teslîm bû. Cenazeye Akbaş piştî lêkolîna ji bo otopsiye rakirin morga Saziya Tiba Edlî ya Îzmîrê. Derbarê mijarê de lêpirsîn berdewam dike.

Li Denîzliyê jî Şengul Sezgînce ji aliyê hevjînê xwe K.S. ê ku dixwest dest jê berde li ber edliyeyê hat qetilkirin. Xwişt û birayê Sezgînce Fadîme Boz û Alî Maden jî birîndar bûn. Di bûyera piştî doza hevberdanê hat taloqkirin hat jiyîn de K.S. hat binçavkirin. Birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê.