Hevşaredarê Dêrgûlê Demîr hat berdan

ŞIRNEX - Hevşaredarê Dêrgûlê Mehmet Demîr û endamê meclîsê Îbrahîm Kiraç hatin berdan.

Doza Hevşaredarên bajaroka Dêrgûla Şirnexê Mehmet Demîr û Ozlem Kutlu û bi giştî 6 xebatkarên şaredariyê yên di dîrokên cuda de hatin binçavkirin û hatin girtin, li Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hat dîtin. Piştî parastinan navberek kurt hat dayîn, piştî navberê dadgehê birayara berdana Hevşaredar Demîr û endamê meclîsa şaredariyê Îbrahîm Kiraç da.

Dadgehê daxwaza berdana Hevşaredar Ozlem Kutlu red kir û doz taloqî dîrokek pêş kir.