AMED - Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr ê li ber Edliyeya Amedê hatibû binçavkirin, piştî îfadeyê hat berdan.
Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan Osman Baydemîr ê li ber Edliyeya Amedê di daxuyaniya ji bo ji Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê hat kuştin, hat dayîn de ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin û birin 4'emîn Dadgeha Cezaya Asliyeyê ya Amedê. Piştî îfadeya vê derê Baydemîr hate birdan. Baydemîr ê piştî hat berdan bi parlamenterên HDP'ê Ahmet Yildirim, Feleknas Uca, Meral Daniş Beştaş û Mahmut Togrul ve li ber deriyê edliyeyê daxuyanî da. Baydemîr wiha got: "Edalet, daraz bûye darê îktidarê. Mİn ev di salona dadgedê de jî anî ziman. Em ê li hemberî hewldana bêdengkirina muxalefetê bi riya darazê îtarza xwe bikin. Hevserok, parlamenter û şaredarên me li girtîgehê ne. Tekane sûcên wan heye ew jî parlamenterî û şaredariya vî gelî ne. Nehiqûqî û zilm heta hebe em ê li dijî vê yekê derkevin."
Baydemîr û kesên pê re piştre ji edliyeyê veqetiyan.