Baydemîr: Edaleta derengmayî edalet nîne

AMED - Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr ê di daxuyaniya ji bo Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê hat kuştin de axivî diyar kir ku edaleta derengmayî edalet nîne.

Baroya Amedê ji bo ku kiryarên Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li Sûrê hate kuştin bên dîtin û lêpirsînekî berfireh bê kirin cara 79'emîn li ber Edliyeya Amedê daxwaza edaletê kir. Di çalakiya ku gelek parêzer bi cubeyên xwe beşdar bûn de parlamenterê HDP Osman Baydemîr û Meral Daniş Beştaş jî beşdar bûn.


Endamê Lijneya Rêveber a Baroya Amedê Mahsun Bati diyar kir ku kiryarên Elçî nehatine dîtin, di dosyayê de tu pêşketinek çênebûye û yek nayê qebûlkirin. Bati li hemberî guhertina navê parka "Westaniya Parêzer Tahîr Elçî" ya li navçeya Şaxê ji aliyê qeyûm Haci Asim Akgul ve nerazîbûn nîşan da û got ku ev nêzîkatiyekî rûmetşikandinê ye û şermezar kir.

Bati da zanîn ku têkîldarî vî mijarê dê wekî Baroya Amedê karên fermî dane destpêkirin. Bati wiha got: "Peywira rayedaran navê Tahîr Elçî ji parka rakirin na, peywira wan kujerên Tahîr Elçî dîtin û derxistina pêşberî darazê ye."

'LI SER QETILKIRINA ELÇÎ 543 ROJ DERBAS BÛ'

Omsan Baydemîr ê piştî vî daxuyaniyê hat binçavkirin jî got ku li ser qetilkirina Tahîr Elçî tam 543 roj derbas bûye û li ber Edliyeya Amedê ger ku hê daxuyaniyê didin ev nîşan dide li edalet tuneye û aştî ancax bi azadiyê ve tê û ancax dikare bi edaletê bê parastin. Baydemîr di berdewamê de wiha got: "Ger ku li cografyayekî edalet tunebe li wir aştî jî nabe. Tahîr Elçî ji ber ku bernameyekî de fikrên xwe parve kir der barê wî de biryara fermanê hat dayîn. Ligel ku 543 roj derbas bûye jî di dosyayê de kiryar tuneye. Bersiva pirsên hatine kirin tuneye. Edalet ji bo hemû kesan lazim e. Em ê ji bo edalet pêk bê bixebitin û dev ji vê bernedin. Edaleta derengmayî edalet nîne."

Piştî daxuyaniyê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.