ENQERE - Li Kampusa Cebecî ya Zanîngeha Enqereyê komeke êrîşkaran duh bi gotina “Hûn nikarin di Remezanê de li vir xwarin bixin” êrîşî xwendekaran kirin, îro jî bi heman hincetê êrîşî xwendekaran kirin.
Li Kampusa Cebecî ya Zanîngeha Enqereyê komeke ji 100 kesî pêk tê duh ji xwendekarên li Çati Kafe û Pastexaneyê rûniştibûn re gotin “Hûn nikarin di Remezanê de li vir xwarin bixin” û êrîşî kiribûn. Heman kom îro jî li Fakulteya Ragihandinê (İLEF) gotin “Hûn xwarin naxwin” û êrîşî xwendekaran kirin. Komê camên ketina İLEF’ê kişandin, xwendekaran jî li ber derî bi mase û kursiyan barîkat ava kirin.
Xwendekar li İLEF'ê asê man û riyên diçin Kampusa Cebecî hatin girtin.
Bal kêşe ku di dema êrîşê de peywirdarên ewlehiyê û polîsan mudaxeleyî êrîşkaran nakin.