NAVENDA NÛÇEYAN - HPG, der barê helîkoptera ku li Şirnexê ket û tê de 13 leşkerên payedar mirin de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku, helîkopter li têlên ceryanê neketiye ji hêla hêzên wan ve hatiye xistin.
HPG, der barê helîkoptera ku li bajaroka Sêgirkê ya Qilebana Şirnexê ket û 13 leşkerên payedar tê de mirin daxuyanî da. Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), HPG di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku wan helîkopter xistiye.
Daxuyaniya HPG'ê wiha ye: "31'ê Gulanê Helîkoptera bi tîpa Coûgar a hêza koordîneya operasyona li Çiyayê Kato û Bestayê ya artêşa tirk li dar dixist, li nav bûn, dema ku li herêma Sêgirkê ya navçeya Qileban a Şirnexê di nav tevgerê de bû, ji aliyê hêzên me yên li qadê ve hedef hat girtin. Helîkoptera ku derb xwar, dema xwest ji qadê dûr keve ket xwarê."