Gursoy: Hedef 10 hezar îmze, piştre jî cîvinên li herêmê ne

STENBOL - Prof. Dr. Gencay Gursoy ku di nav hezar kesên ku belavoka "Em li cem hev in, em pevre ne" îmze kirin de cih digire, anî ziman ku bi vê kampanyayê hedefa wan 10 hezar îmze ne û piştre jî plana wan ew e ku civînên herêmiyî çêbikin.

Dê kampanyaya "Em li cem hev in, em pevre ne" ji aliyê hezar kesên ku ji gelek derdorên civakê ne hat destpêkirin bidome. Kampanya bi hezar îmzeyî dest pê kir, lê niha hedefa wê ew e ku xwe bigihîne 10 hezar îmzeyî. Piştî ku 10 hezar îmze temam bibin, dê vê carê jî civînên herêmiyî bên çêkirin.

Yek ji îmzekarên ewil ên kampanyayê Prof. Drç Gencay Gursoy, tiştên ku dê ji niha û pê ve bikin û armanc û hedefên kampanyayê nirxandin. Gursoy, anî ziman ku pêdiviya civakê bi bangawaziyeke wisa hebû. Gursoy, diyar kir ku lêrastanîna kampanyayê zaf girîng bû û wiha got: "Metneke ku eniya 'Na'yê derbas dike, bang li hemû derdorên civakê dike, siyasetên ku hetan niha qet nehatine gel hev aniye cem hev derketiye holê." Gursoy, got ku eleqeyeke zêde ji bo kampanyayê hatiye nîşandan.

‘POTANSIYELEKE WÊ YA KU VEGUHERE TEVGEREKÊ HEYE'

Gursoy, dest nîşan kir ku di pêvajoyên pêş de ew ê hedefên xwe şênbertir bikin û kampanyayê wek "Potansiyeleke wê ya ku veguhere tevgerekê heye" pênase kir. Gursoy wiha got: "Em ê heta 2019'an karibin tevgereke gel a ku dê daxwazên me pê bi cih bên pêk bînin an na? Bi awayekî demokratîk tehwîlkirina vê ya ji bo siyasetê mumkun e yan? Em ê vana hemûyan di pêvajoyên pêş de nîqaş bikin û bigihînin biryarê."

‘TENÊ MESELE AFIRANDINA SÎNERJIYÊ YE'

Gursoy, anî ziman ku ji ber çewisandinên li ser çapemeniyê wan baş peyama xwe ranegihandiye civakê û wiha axivî: "Di civakê de tirs û panîkeke mezin heye. Ji ber vê tu bikî nekî di warê pêwendîdayînê de hin astengî hene. Divê em di van şert û mercên zehmet de peyamên xwe ragihînin. Belkî di pêvajoyên pêş de em li hin herêm û bajaran civînan çêbikin û bi vî awayî li riyên xwegihandina girseyên din bigerin. Tenê meseleyek heye ew jî afirandina sînerjiyê ye, yekkirina sînerjiyê ye."

‘HEKE EM BI HEV RE PÊŞ VE BIÇIN DÊ XWEDÎ WATE BE'

Gursoy wiha domand: "Heke em bi hev re ber bi cihekî ve bi pêş ve biçin, dê watedartir be. Ji ber vê dê di meseleyên sereke de êdî deh e, panzdeh e, rûpelek e, du rûpel e... yanî dê di rojên pêş de muşterekeke kêmtirîn bibe qada me ya xebatê. Em ê bi siyasetên ku heta niha li cem me bûne, em ê bi yên ku dê ji niha û pê ve bi hev re bixebitin, em ê meseleya laîkê ya Tirkiyeyê vebêjin, em ê formula wê derînin. Di pirsgirêka kurd de şert û merceke ku qet tawîz jê nayê dayîn heye, ew jî meseleya aştiyê ye. Ne mumkun e ku siyaseteke ku li ser esasên polîtîkayên ewlehîparêze li çareseriyê digere li cem me cih bigire. Em ê li gel siyasetên ku bi awayekî aştiyane li çareseriyê digerin û daxwazên gelê kurd esas digirin bin."

Gursoy, dest nîşan kir ku ew ne projeyeke ku tenê li ser eniya "Na"yê hûr bûne û wiha axivî: "Em dizanin ku hin rewşên ku hilbijêrin AKP'ê jî jê nerihet in, ji ber diqilqilin hene. Divê em bi wan re jî nîqaş bikin û vê eniyê berfirehtir bikin. Têmaya sereke ya peyamên me ew e ku; divê berberîbûn çênebe. Li Tirkiyeyê girseyeke mexdûrî ya zêdeyî sed hezarî hat afirandin. Ji bo vana riya têkoşîna huqûqî ne vekiriye. Girseyên ku terkî mirinê hatine kirine hene."

Gursoy, dest nîşan kir ku ne mumkun e ku heta hetayê OHAL û çewisandin bidomin. Gursoy, got ku daxwaza wan a sereke û demildest ew e ku OHAL bê rakirin. Gursoy, dest nîşan kir ku divê Tirkiye ne di vê rewşê de bûna, lê belê dîsa jî ew bihêvî ne û dê rê bên vekirin.

Herî dawî Gursoy got ku, bi vê kampanyayê hedefa wan 10 hezar îmze ne û paşê jî plana wan ew e ku civînên herêmiyî çêbikin.

Yasin Kobulan - dihaber