AMED - Rojnamegeran, li hemberî binçavkirina rojnameger Zekeriya Guzupek û Mehmet Ali Ertaş bertek nîşan dan û dest nîşan kirin ku, ew ê li hemberî polîtîkayên hikûmetê yên azadiya çapemeniyê bin pê dike bi tu awayî bi paş ve gav neavêjin.
Rojnamegeran li hemberî binçavkirina Serokê Desteya Rêveberiya Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a bi KHK'ê hat girtin Zekeriya Guzupek û edîtorê wê yê serwîsa kurdî Mehmet Ali Ertaş bertek nîşan dan. Rojnamgeran, dest nîşan kir ku ew ê li hemberî êrîşan bi tu awayî bi paş ve gav neavêjin û şert û merc çi dibin bila bin ew ê pîşeya xwe ya rojnamegeriyê bidomînin.
BOLTAN: HEVALÊN ME BERDIN
Berdevkê Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) Hakki Boltan, dest nîşan kir ku binçavkirina Guzupek û Ertaş tiştekî plankirî ye. Boltan, got ku şeva ku hatine binçavkirin saet di 23.00'yan de venêrîna wan GBT'ê tê kirin û paşê saet di 03.30'yan de polîs bi ser mala wan de digirin û her du rojnamegeran bin çav dikin. Boltan, diyar kir ku "îxbara bêbinî" ya ku wek hinceta binçavkirina Guzupek û Ertaş tê nîşandan tiştekî sêwirane ye û wiha axivî: "Li malê ji bilî amûrên rojnamgeriyê pêvtir tiştek tune ye. 4 roj in hevalên me di bin çavan de ne. Ev pêkanîneke derhuqûqî ye. Divê demildest hemû rojnamger bên berdan. Em van pêkanînan qebûl nakin. Bi van derhuqûqiyan rojnamegerî tê binpêkirin. Divê demildest dev ji van şaşiyan bê berdan."
ASLAN: ÇAPEMENIYA KURD KARÊN BAŞ DIKE
Edîtorê Platforma 1 Haber Var Îbrahim Aslan, dest nîşan kir ku di du salên dawî de li ser çapemeniyê zaf çewisandin hene û ev çewisandin piştî hewldana derbeyê ya 15'ê Tîrmehê zêdetir bûne. Aslan got ku, hikûmet bi ser çapemeniya kurd ve diçe. Aslan, anî ziman ku Guzupek û Ertaş li ser îxbareke bêbinî hatine binçavkirin û ev jî nîşan dide ku ka derhuqûqî di asteke çawa de ye. Aslan wiha axivî: "AKP dixwaze çapemeniyê têxe rewşeke wisa ku; ji bilî çapemeniya hewzê tu çapemenî nemîne. Mirov dikare van çewisandinan jî di vê çarçoveyê de esas bigire. Di çarçoveya van polîtîkayan de êrîş li rojnamgeran tên kirin, tên binçavkirin û girtin. Lê li cihekî ku evqas êrîş hene, dîsa jî çapemeniya kurd karên baş dike. Li gel her tiştî jî tim hewl dide ku bibe dengê civakê."
ATLAN: AN WEK NAZLI ÇELİK AN JÎ...
Edîtora dihaber'ê Zuhal Atlan, anî ziman ku li Tirkiyeyê zêdeyî 170 rojnameger girtî ne û ew her roj bi binçavkirin û girtina rojnamegeran re rû bi rû dimînin. Atlan xwest demildest Guzupek û Ertaş bên berdan û wiha got: "Li Tirkiyeyê rojnamegerî wek sûc tê hesibandin. Rojnameger wek 'terorîst' tên dîtin û nîşandan. Bi taybetî jî rojnamgerên kurd ên ku polîtîkayên hikûmetê rexne dikin hedef tên girtin. Tê gotin ku an tu yê di çarçoveya polîtîkayên hikûmetê de rojnamgeriyê bikî, an jî tu yê wek Nazli Çelik rojnamgeriyê bikî û têkevî girtîgehê. Ev 40 sal e li ser çapemeniya kurdî çewisandin hene. Heta ku çapemeniya kurdî azad nebe, li Tirkiyeyê rojnamgerî nayê kirin. Heke hûn me bikujin jî, qetil bikin jî, bavêjin girtîgehan jî em ê bidomînin. Em ê dev ji rojnamgeriyê nekin."
BULUT: EM Ê JI RASTIYAN TAWÎZÊ NEDIN
Edîtorê Rojnameya Rojeva Medyayê Zeynel Bulut jî, dest nîşan kir ku li herêmê rojnamegerî bi zor û zehmetiyan re rû bi rû dimîne û wiha got: "Ji ber ku rojnameger polîtîkayên dewletê yên derhuqûqî yên li ser gelê kurd tên birêvebirin teşhîr dikin, dixwazin bi bêdengkirin, binçavkirin û girtina rojnamegeran rê li ber vê bigirin. Dixwazin rojnamger bi paş ve gav bavêjin. Lê belê, rojnamgerên wêrek û hêzdar vê lîstikê xera dikin. Di salên 90'î de çawa ku çapemeniya kurd li ber xwe da, dê ji niha û şûn ve jî li ber xwe bide. Dê tu carî tawîz ji rastiyan neyê dayîn. Heta kêliya dawîn jî em ê qewimînan ragihînin."
YALÇIN: M Ê PÊNÛSÊN HEVALÊN XWE LI ERDÊ NEHÊLIN
Nûçegihana Rojname Şûjinê Nurcan Yalçin jî wiha axivî: "Rojnamgerên li herêmê dixebitin xwedî biryar in. Tu rojnamger li hemberî polîtîkayên dewletê bi paş ve gav navêje. Dê kevneşopiya çapemeniya azad bidome. Di vê pêvajoyê de li ser çapemeniyê polîtîkayên qirêj tên birêvebirin. Em ê pênûsên hevalên xwe li erdê nehêlin. Heke yek ji me jî bimîne, em ê dîsan jî tim rastiyan ragihînin."