Zaroka ku ji ber îstismarê zarok anî, radestî malbatê hat kirin!

AMED - Li Çinara Amedê, G. ku ji ber îstismara zayendî ducanî bûbû û paşê zarok anî bû, piştî welidînê hatibû parastin. Lê belê li gel rapora pisporan jî derket holê ku G. radestî malbatê hatiye kirin û tevî mlabatê wek karkera demsalî dubare çûye Sêwazê.

Di Mijdara 2016'an de li Çinara Amedê derketibû holê ku G. a 11 salî rastî îstismara zayendî hatiye û ducanî maye. Li ser vê G. li Saziya Hêvişandin ya Zarokan hat bicihkirin û her wiha pitika ku G. ew qebûl nekir jî li yûrda gihandinê hat bicihkirin. Lê belê, hat zanîn ku li ser daxwaza G. meh û nîvek berê, ew ji Saziya Hêvişandinê ya Zarokan radestî malbata wê kirine. Di ser bûyerê re 7 meh derbas bûne, lê belê heta niha tenê îfadeye mêrekî gumanbar hatiye wergirtin û ew jî hatiye berdan.

Parêzerê dosyeyê û Endamê Desteya Rêveberiya Komîsyona Zarokan a Şaxa ÎHD'a Amedê Ercan Çinar, vê bûyera îstismara zayendî nirxand. Yilmaz, anî ziman ku dosyeyê ji destpêkê ve dosyeyeke xumam e û dosye bi biryara "nerayeyî" tê birêvebirin. Yilmaz, diyar kir ku bi biryara nerayeyî dosye şandine Sêwazê, lê belê li ser îtiraza wan dosye dubare ji Serdozgeriya Komarê ya Çinarê re hatiye şandin. Yilmaz, got ku sedema ku dosye şandine Sêwazê ew e ku, zaroka mexdûr di îfadeyaa xwe ya dozgeriyê de gotibû ku bûyer li Sêwaza ku ew wek karkerên demsalî çûbûnê qewimiye.

‘BÛYER LI ÇINARÊ QEWIMIYE'

Yilmaz, ragihand ku di îfadeyên zarokê de nakokî hene û wiha axivî: "Heke em li rewşa tibî binihêrin, zarok di meha Mijdarê de diwelide. Li gor raporên bijîşk, 38 mehî ye (ducanî). Dema em bi awayekî basît hesabekî matematîkê bikin, bûyer an di dawiya meha Çileyê yan jî di serê meha Sibatê de qewimiye. Ew dîrok ne dîroka çûyîna ji bo karkeriya demsalî ye. Di hevdîtina me ya bi malbatê re, hat gotin ku ew di serê Gulanê de çûne Sêwazê. Ji xwe heta meha Gulanê li Amedê bûne. Yanî dema li van îbareyan bê nihêrîn, bûyer ne li Sêwazê li Çinarê qewimiye."

Yilmaz, anî ziman ku ji ber bûyerê zaroka hatiye parastin, lê belê meh û nîvek berê malbat serî li Saziya Hêvişandinê ya Zarokan dide û dixwaze zarokê wergire. Yilmaz, diyar kir ku sazî jî di bin banê xwe de nirxandinek kiriye û ji bo vê pirsporê xizmeta civakiyî peywirdar kiriye. yilmaz wiha ragihand: "Rapora tespîtê ya ku ka malbata dikare li zarokê binihêre yan na hatiye xwestin. Lê belê, di rapora hatiye amadekirin de hatiye diyarkirin ku heke zarok li cem malbatê bê bicihkirin dê perwerdehî û rewşa wê ya tenduristiyê bi derengî keve, ji ber rewşa aborî ya malbatê nebaş e dê nikaribe lê binihêre, lê mixabin li ser vê yekê jî dîsa zarok radestî malbatê tê kirin. Her wiha em nû pê hesiyan ku zarok radestî malbatê hatiye kirin."

‘G. A KU DIVÊ DI BIN PARASTINÊ DE BE, TÊ XEBITANDIN'

Yilmaz, anî ziman ku G. ji saziyê hatiye wergirtin û tevî malbata xwe wek karkera çandiniyê ya demsalî çûye Sêwazê û wiha axivî: "Li gor beyana zarokê îstismar li Sêwazê qewimiye, lê di warê tibî de ev ne mumkun e. Lê dibe ku hin bûyerên cuda çêbûbin. Ev tê wateya ku zarok dubare wê derûniyê bijî. Ev rewş îhmalkariya Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakiyê û Saziya Hêvişandinê ya Zarokan e. Fikra me ew e ku divê zarok di van şert û mercan de radestî malbatê nehatana kirin."

‘ÎFADEYA MÊREKÎ HAT WERGIRTIN'

Yilmaz, da zanîn ku di çarçoveya dosyeyê de wek gumanbar tenê îfadeya mêrekî hatiye wergirtin. Yilmaz, got ku nimûneya xwîni ji gumanbar hatiye wergirtin û ji bo berawirdî xwîna ya pitika ku zaroka mexdûr bê kirin ji labaratuvarê re hatiye şandin. Yilmaz, ragihand ku lê belê hîn encam nehatine.

‘EM JI BO DAXWAZA TEVDÎRÊ SERÎ LÊ BIDIN'

Yilmaz, dubare kir ku ew ê ji fêdeya zarok serî li her cure rê û rêbazên huqûqî bidin û wiha got: "Ji bo zarok ji wê travmayê xelas bibe, divê bi awayekî cidî piştevaniya wê bê kirin. Niha zarok wek karkera demsalî tê xebitandin. Ji bo kiryar derkeve holê çi ji destê me bê em ê bikin. Em ê ji bo daxwaza tevdîrê careke din jî serlêdanê bikin. Rewşa niha dibe ku bandoreke neyînî lê bike."