'Nûnerê qawişê' yê îdareyê zarok îstismar kiriye

AMED - Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê 20 zarokên ku temenê wan di navbera 15-17 salî ye derket holê ku mumesîlê qawîşê yê bi navê B.Ç. û alîkarê wî B.G gef li zarokan xwariye û piştî bi zorê masaj daye kirin zarok îstismar kirine.

Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê di qawîşa ku 20 zarokên ku temenê wan di navbera 15-17 salî ye dimînin derket holê ku bûyera duyemîn a Gurtîgeha Pozantiyê diqewime. Bûyer di 2013'an de di meha cotmehê de li qawişa hejmar 12 a zarokan de qewimî. Nûnerê qawişê yê bi navê B.Ç. ê di 1996'an de ji dayik bûya û alîkarê wî yê bi navê B.G. ê di 1997'an de ji dayik bûye bi pêkanînên xwe yên kêfî û îşkenceyên ku dikin pêkanînên Pozanti û Amedê anî hişê mirovan. B.Ç. û B.G. ên ku bi piştgiriya îdareya girtîgehê qawîşê bi rêve dibin li qawîşê sîstema "axatiyê" ava kirine û zarokên ku li dijî vê derketin jî li hemberî wan jî şîdet pêk anîn.

DAXWAZNAMEYÊN KU ZAROKAN JI ÎDAREYÊ RE NIVÎSANDINE WINDA BÛYE

B.Ç. û alîkarê wî B.G. di dema bûyarê de 14 zarokên ku temenê wan di navbera 15 û 17 salî de ye her tim bi daran lêdane û di bin lingê wan de desmal pêxistine û derb kirine. B.Ç. bi zorê pere û tiştên zarokan desteser kiriye û bi zorê bi 2 zarokan masaf daye kirin û zarok îstismar kiriye. B.Ç. û B.G. ji bo zarok tiştên ku diqewimin kesekî re nebêjin jî ew tehdîd kirine. Piştî zarokekî tiştên ku qewimiye di 13'ê cotmeha 2013'an de bi gardiyanekî re parve kiriye derket holê. Zarokên ku ji bo muayeneyê sewqî nexweşxaneyê hatin kirin ji bijîşk rapora derbê girtin. Piştî bûyerê zarokên di qawîşê de li qewîşên din hatin belavkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê têkîldarî bûyerê lêpirsîn da destpêkirin û piştî 5 mehan îfadeya zarokan girt. Di vî navberê de ji ber ku B.G. tehliye bû îfadeya wî nehat girtin. Zarokan di îfadeyên xwe de tiştên ku jiyane yek bi yek vegotin û der barê nûnerê qewişê B.Ç. û alîkarê wî B.G. gilî kirin. Di îfadeyên dozgeriyê de derket holê ku zarokên ku ji bo îdareya daxwazname nivîsandine winda bûne. Li ser pirsa dozger a ku daxwaznameyên wan di dosyayê de tuneye jî zarokan bersiva "Daxwaznameya ku min ji bo giliyê nivîsandiye teslîmî îdareyê kir. Ez nizanim çima ev nekirine dosyayê dan.

'BI DARÊ ÇEKPASÊ LI DEST Û RÛYE ME DIXIST'

Zarokekî ku li girtîgehê rastî şîdetê hat di îfadeya xwe ya dozgeriyê de tiştên ku jiyaye wiha anî ziman: "B.Ç. berpirsyarê qawîşa me bû. Dixwast em li qawişê bêdeng bibin û bi kesekî re neaxivin, li cihekî nenêrin. Yekî ku derveyî vî nêzîk bibe wê demê jî bi darê çekpasê li dest, sing û rûyê me dixist. Heta destên me werimîbû lê ji ber ku em ditirsiyan me ji gardiyanan re negotibû. Çawa ku A.K. der barê B.Ç. de gilî kir, li ser vî gardiyan pirsa em jî gilî dikin an na ji me kirin û min jî daxwaznameya ku der barê B.Ç. û B.G. de gilîkar im nivîsand û da. Dîsa B.Ç. û B.G. digot ji kesên ku tên serdana we pere bixwazin û pereyên ku dihat jî dixwest em bidin wan. Dema ku ez diçûm kantînê bêyî agahiya min ji xwe re kontur dikirîn û pêdiviyên xwe li ser navê me didan nivîsandin."

'SELPAK DIKIRIN NAVA TILIYÊ ME Û DIŞEWITANDIN'

Zarokekî din jî di îfadeya xwe de wiha got: "Di qawişê de B.Ç. û B.G. jî diman. Nûnerê qewûşê B.Ç. bû, B.G. jî alîkarê wî bû. Lê herdu dihatin li me dixistin. Dema ku hejmar bihata kirin, em dikir rêzê, ji me re digotin singê xwe biwerimînin. Ger ku me wisa nekiriye carna bi destan carna jî bi darê firçeyê li me dixistin. Gotina 'hûn dîsa şaşitiyê dikin' bi kar dianîn û tiliyên me digihandin hev, bi darê firçeyê lêdixistin. Di qawişê de A.K. jî dima rojekî gotiye masajê bike û wî jî qebûl kir."

Zarokê di îfadeya xwe de got ku nûnerê qawişê A.K. bi lêdan û ji qawîşê avêtinê tehdîd kiriye û îstismar kiriye.

ÎSTISMARA LI GIRTÎGEHÊ DI ÎDIANAMEYA JI 3 RÛPELAN PÊK TÊ DE YE

Serdozgeriya Komarê ya Amedê lêpirsîna têkîldarî bûyerê 2 salan de temam kir û îdianameya ji 3 rûpelan pêk tê amade kir. Dozgeriyê têkîldarî vi bûyera wehîm tenê rûpelek veqetandiye. Di îdianameya ku ji aliyê Dadgeha Giran a Zarokan a Amedê ve hate qebûlkirin de der barê nûnerê qawişê B.Ç. de ji ber "îstismara zayendî ya zarok" "birîndarkirin" û "talan bikalîte" ji 108 salan heta 210 salan, der barê alîkarê wî B.G. de jî ji 105 salan heta 195 salan ceza hat xwestin. Di îdianameyê de 10 zarokên li qawişê rastî nêzîkatiya xirab a B.Ç. û B.G. hatine wekî mexmûr 5 zarok jî wekî gazinker cih girtin.

ÎDARE SÛCDAR NEHAT DÎTIN

Dozger di îdianameyê de bi bîr xist ku têkîldarî îstismara zayendî ya Girtîgeha Tîpa E ya Amedê lêpirsîn hatiye destpêkirin. Dozger got ku nûnerê qawişê B.Ç. û alîkarê wî B.G. her tim bi darên çekpasê dem bi dem jî li ber lingên wan selpak şewitandiye û zarokên li qawişê xistiye, bi zorê cil û pereyên zarokan desteser kiriye û bi vî rengî sûcê talanê pêk anîni. Di îdianemeyê de dozger got ku B.Ç. zarokên bi navê A.K. û S.K. ên li heman qawişê dimînen jî îstismar kiriye. Dozger di îdianameyê de têkîldarî îdareya girtîgehê tiştek bi cih nekiriye.

Doza ku heta niha 9 danişîn hate dîtin hê jî berdewam dike.

NÛNERTIYA QAWIŞÊ ÇI YE?

Li girtîgehên ku sîstema qawişê hene, nûnerê qawişê ji aliyê gardiyan an jî îdareya girtîgehan ve di nava girtiyan de tê hilbijartin. Li girtîgehên ku edlî dimînin ev pêkanîn heye. Nûner ji nîzama qawişê û têkîlay di navbera îdare û girtiyan berpirsyar e. Sîstema ku berê dihat gotin 'axayê qawişê' jî hê jî berdewam dike.

Denîz Tekîn - dîhaber