ENQERE - Girtiyê bi navê Muhammet Bazencîr ê ji Girtîgeha Amedê sewqî Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê hat kirin diyar kir ku rêveberiya girtîgehê binpêkirinên mafan û zextên sîstematîn li ser wan dide meşandin.
Girtiyê bi navê Muhammet Bazencîr ê li Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê tê ragirtin di nameya şandî de binpêkirinên mafan ên li girtîgehê vegotin. Berzencîr, diyar kir ku beriya 9 mehan ji Girtîgeha Amedê sewqî Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê hatiye kirin û wiha got: “Ji roja em anîne vir heta niha em rastî binpêkirinên mafan û zextên sîstematîk tên. Di bin navê ‘lêgerîna tazî’ de îşkenceyê li girtiyan dikin. Dema girtî li dijî vê derdikevin jî rastî şîdeta fîzîkî tên. Rêveberiya girtîgehê bi awayekî xirap nêzî girtiyên nexweş dibe. Destûr nayê dayîn ku em derkevin cihên hevpar û malbatên tên hevdîtinê jî rastî tacîzan tên. Ji bo pirsgirêk bê çareserkirin em muxatabekê nabînin.”
Bazencîr, binpêkinên mafan ên li girtîgehê wiha ragihand:
“Dema em nû hatin vir ‘lêgerîna tazî’ ya wekî xistina rûmetê tê binavkirin li ser me ferzkirin. Ligel derbarê mijarê de me serî li midûryetê, serdozgeriya komarê û wezareta dadê daye jî hêjî çareseriyek ne hatiye dîtin. Kêm be jî li ser hevalên anîne gel me ‘lêgerîna tazî’ dikin. Dema em li dijî vê derdikevin û qebûl nakin mudaxeleya fîzîkî dixin dewrê û bi cezayên dîsîplînê re rû bi rû dimînin.
Li girtîgeha em lê dimînin ji 10 kesan zêdetir girtiyên nexweş û kal hene. Heta niha dermankirina van hevalên me bi sererast ne hatiye kirin. Sewqên wan ên nexweşxaneyê di demdijêriyê de dikin. gelek caran jî dermanên wan direng tên dayîn. Li korîdorê li ser piyan tedawiya ‘Çiyê te heye’ tê kirin. Dermanan bi modul tînin ligel ku em dibêjin ev derman bandorek xirap li ser nexweşiyê dike jî nayê çareserkirin.
Ji roja em anîne vir heta niha me dernaxin qadên hevpar. Ger gotin di cih de be em di bin tecrîdê de ne. Tu têkiliyên me bi hevalên me yên li aliyê din dimînin re tune ye. Derî û paçe bi şerîdên reş girtine û destûr nadin em hevalên xwe bibînin. Hemû serlêdanên me yên ji bo vê mijarê bi hinceta OHAL’ê tên redkirin û bersivên dem derbasker didin me. Lê ji girtiyên eldî û yên din re hemû qadên hevpar hatine vekirin.
Malbatên me yên ji cihên dûr tên hevdîtinê rastî gefa hinek xebatkarên girtîgehê tên. Lêgerînên zirav ên digihijin tacîzê li ser wan pêk tînin. Cilên zarokan tên derxistin û dixwazin ji ber hevdîtinê me û malbatên me pişman bikin. Di vê mijarê de malbatên me bi rayedaran re hevdîtin pêk anîn lê rayedar malbatên me muxatap nagirin. Dema em diçin revîr, hevdîtin û telefonê gardiyan nizama leşkeriyê li me ferz dikin dema em dij derdikevin rastî gef û lêpirsînan tên.
Li jor tiştên em dijîn îfade kir, ji bo pirsgirêk bên çareserkirin bi dehan caran me daxwazname ji midûryetê re nivîsî lê hêjî bersivek ne daye me. Daxwaza hevdîtinê bê bersiv dihêlin û dixwazin me di bin tecrîdê de û bi pirsgirêkan re rû bi rû bihêlin û vîna me bişikînin. Ji bo çareseriya pirsgirêkan em tu sazî û muxatabekê nabînin.”