STENBOL - Xwediyê Îmtiyazê yê BirGunê Îbrahîm Aydin û Midûrê Karên Nivîsa yê berê Berkant Gultekîn, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Rêveberiyên rojnameya BirGunê yên ji ber derbarê boykota perwerdehiyê de nûçeyek çêkirin û 21 sal ceza ji wan re hat dayîn hatin berdan. Xwediyê Îmtiyazê yê BirGunê Îbrahîm Aydin û Midûrê Karên Nivîsa yê berê Berkant Gultekîn, ên li Girtîgeha Kirklarê dihatin ragirtin bi şertê kontrola edlî piştî 6 roja gihiştin azadiya xwe.
Ronameya BirGunê, ji ber boytoka perwerdehiyê ya 13’yê Kanûna 2015’an kiribû nûçe ji rêveberên wê re cezayê girtîgehê hatibû dayîn. Ji ber di nûçeyê de cih dabûn dirûşmeyên di çalakiyê de hatibûn berzkirin Aydin û Gultekîn bi hinceta “Heqaret li Serokomar kirine” ceza girtibûn.