Komên 'Mertalên Firatê' dest bi xeracê jî kirin

KÎLÎS - Komên "Mertalên Firatê" jibilî kuştina sivîlan û îşkenceyê rêbazên koçberkirina gelê ereb, xesp, gefa teslîmkirina îstixbarata Tirkiyeyê û xeracê jî bi kar tînin.

Li herêma Şehbayê (Ezaz, Cerablus, Bab) a ku Tirkiye bi komên "Mertalên Firatê" ve ketiye her roj pêkanîn îşkence, kuştin, xespê pêk tînin û roj bi roj pêkanînê nû li serê gel dimeşînin. Tguya Sultan Murat a a ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hate perwerdekirin û wekî organîzasyona MÎT'ê ye pêkanînên derveyî mirovahiyê li ser gel dimeşîne.

Di dîmenên ku li herême welatî bi derfetên xwe ve parve dikin de ev pêkanîn yek bi yek tênv egotin. Welatiyê bi navê Hesen Hac Maruf ê ji bajarê Sifir a di navbera Bab û Helebê de ye bi dîmenê ku qeyd kir de noqteyên ku Tugaya Sultan Murat daniye de mirov çawa bi îstibarata Tirkiyeyê tê tehdîdkirin û bi zorê xerec tê girtin tê dîtin.

Hac Maruf di dîmenên ku parve kir de dema ku ji kampa penaberan a li Eyn Îsayê ya mi başûrê Girê Spî ye diçe herêma Şehbayê pêkanîna ku rû bi rû dimîne par ve kir. Hesen Hac Maruf, tiştên ku li noqteya kontrolê ya li gundê El Tahiriyeyê ku di bin kontrola tabura Ebu Ebdo ya Sultan Murat de ye jiya wiha anî ziman: "Navê min Hesen Hac Maruf. Ji Sifirê me. Ji kampa Eyn Îsa hatim. Di noqteya kontrolê ya mi gundê El Tahiriyeyê em dan rwestandin. Li wir kesek rayedar hebû. Kesekî bi navê Ebu Ebdo û kesên di tabura wî de hebû. (Koma Artêşa Azad a Sûriyeyê). Di noqteya lêgerînê de ji her kesî 10 hezar (68 TL) digirin. Dema ku me got pereyê me tuneye ji me 5 hezar girtin. ME gote pereyê me tuneye, em xizan in, zarokên mi birçî ne, em li ber wan geriyan. Lî ji me re gotina 'ger hûn vî pereyê nedin em ê we teslîmî îstixbatarê bikin' li me xwadin. Ji me re gotin ew girêdayî îstixbarata Tirkiyeyê ne. Gotin kesên di noqteya lêgerînê de ne jî girêdayî îstixbarata Tirkiyeyê ne. Pİştî israra me gotina 'em ê we teslîmî îstixbarata tirk bikin' bi kar anîn. Israra me encam engirt, ji her yekî me 5 hezar girtin û piştre em berdan."