Şîna 64 salan: Bila zilma li dijî bav heta kur berdewam kiriye bi dawî bibe

STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de ji bo Mele Şehmus Oncu yê di 1953'an de li qada gund hate înfazkirin û kurê wî Mehmet Siddik Oncu yê di 1993'an de li heman gundî hate binçavkirin û kuştin edalet xwestin û wiha gotin: "Şîna malbata Oncu ya 64 salan kurteya zilma li ser vî axê ye. Êdî bila zilma ku ji bar heta kur berdewam kiriye bi dawî bibe."

Daşikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin bipirsin li Qada Galatasarayê ya Stenbolê cara 636'emîn hatin cem hev. Di çalakiyê de pankarta "Kiryar diyar in winda li Kû ne" hate vekirin de wêneyên winda û dowîz hatin hilgirtin. Serokwekîla Koma HDP'ê Fîlîz KErestecîoglu, parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu û gelek kes beşdar bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mele Şehmus Oncu yê di 1953'an de li qada gund hate înfazkirin û kurê wî Mehmet Siddik Oncu yê di 1993'an de li heman gundî hate binçavkirin û kuştin hate pirsîn û daxwaza edaletê hat kirin.

'BI SALAN E EM ÊŞÊ DIKIŞÎNIN ÊDÎ BES E'

Di çalakiyê de ewil birayê Hasan Ocak, Alî Ocak axivî û wiha got: "Em di pêvajoya ku bêadelatî li her derê ye de dijîn. Desthilatdar ji ber bi sûcên li dijî mirovahiyê kirine hevrû nabin em qatlîamên nû dijîn." Ocak destnîşan kir ku divê civak li hemberî sûcên li dijî mirovahiyê yên bi salan e tên kirin derkevin û ew dixwazin di civakekî adil û demokratîk de bijîn, ger ku ev nebe dê sûcên li dijî mirovahiyê berdewam bike.

Keça Ahmet Kaya yê di qatlîama Basayê ya di 1996'an de hate kuştin Emîne Kaya Erbek jî wiha got: "Bi salan em êş dikişînin. Bi salan em tên vî qadê û rûdinên. Ji ber ku em aştiyê dixwazin."Erbek a bang li rayedaran kir wiha got: "Êdî bes e ma hûn xwîna ku diherike nabînin? Êdî bes e bila ev xwîn neherike. Me em ji ber tirê gelo dibêjin êdî bes e? Na. Em aştiyê dixwazin. Mirin rê nîne."

Serokwekîla Koma HDP'ê Kerestecîoglu jî gotina "êş her diçe zêdetir dibe" bi kar anî jî wiha got: "Em naxwazin di nava vî şermê de bijîn. Leşker û gerîlayên dimirin mirovên vî welatî ne. Êdî em şer naxwazin. Em 40 sal in vî dibêjin. Pêdiviya me bi demokrasiyê heye. Em rojên bi aştiyane dixwazim."

Parlamenterê CHP'ê TAnrikulu jî wiha got: "22 sal in em li vî qadê ne. 15 sal di vî îktidarê de derbas bû." Tanrikulu bal kişand li ser AKP'ê û wiha axivî: "Dema ku di 2002'yan de hatin îktidarê ne şîdet ne jî teror hebû. Welatekî bêşîdet dewr gritin lê niha li her derê welat OHAL heye, şîdet û şer heye." Tanrikulu gotina Serokomar Tayyîp Erdogan a "heta aramî pêk neyê OHAL ranebe" bi bîr xist û pirsa "Ger ku sedema bêaramiyê hûn bin dê çawa be?" kir.

GER DAD PÊK HATIBA…

Piştî axaftina Tanrikulu, nameya kurê Mehmet Siddik Oncu yê di 21’ê Hezîrana 1993’yan de di binçavan de hat windakirin Lezgîn Oncu, şandî hat xwendin. Oncu, diyar kir ku ew ji ber karên xwe yên Amedê ne kariye tevlî çalakiyê bibe, namey şandiye û wiha got: “Destpêkê kalê min piştre bavê min em mehkûmê bêdadiya 66 salî kirine. Hemû kes qatilên wan dizanin. Ger beriya niha bihata pêkanîn min dê îro ji were name ne nivîsandibaya. Dê sibê zarokên wekî min name ne nivîsandibaya.”

Piştî nameya hat xwendin, daxuyaniya vê hefteyê ji mirovên şemiyê Nîmet Tanrikulu ve hat xwendin. Tanrikulu, da zanîn ku ji bo ew bigihijin civakek ku hemû kes durî zilmê û di nava hizûrû rihetiyê de bijîn divê dewlet sûcên kirine qebûl bike, dadê bicih bîne, pêşiya van sûcan bê girtin û di civaka hiqûq serwer nebe de hemû kes di nava rîskê de ne.

DESTPÊKÊ BAV PIŞTRE KUR JÎ LI HEMAN QADÊ YE…

Tanrikulu, anî ziman ku di sala 1953’yan de leşkerên hatin gundê Rubere yê navçeya Çinara Amedê meleye gund Mele Şehmus Oncu li qana gund îşkence kirin, bi çekê qetilkirine û wiha pêde çû: “Sedema mirina wî wekî ‘întîxar’ derbasî qeydên fermî bû û bi ser bûyerê de girtin. 40 sal piştî bûyerê, di 21’ê Hezîrana 1993’yan de leşkerên girêdariy Fermandariya Çinarê bi ser gundê Qerqatê yê navçeya Çinara Amedê de girtin. Leşkerên ketin mala malbata Oncu vê carê Mehmet Siddik Oncu yê ku dema bavê wî hat qetilkirin 40 rojî bû binçavkirin. Wekî bavê xwe ew jî li qada gund rastî îşkenceya giran hat. Piştre birin Fermandaraiya Komando a Çinarê. Malbata Oncu ku ji Mehmet Siddik Oncu agahî ne girtin di 8’ê Tîrmeha 1993’yan de li morga Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê gihiştin cezeyê wî yê şopên îşkencê li serin. Mehmet Siddik Oncu li pey xwe zaroke ku dê piştî 40 rojan bê dinê û bi giştî 6 zarok hiştin.”

‘KURTEYA ŞÎNA 64 SALAN’

Tanrikulu, destnîşan kir ku mirina Oncu jî wekî ya bavê wî şaş derbasî qeydên fermî hatiye kirin û wiha domand: “Li gorî qeydan Oncu li nezaretê ne hatiye girtin, îşkence ne dîtiye û ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest daye. Dosyaya ku gotin hemû hewldanên malbatê bê encam man û di hiqûqa navxweyî de hat girtin lê DMME’yê Tirkiyeyê mehkûm kir. Şîna malbata Oncu ya 64 salan kurteya zilma li ser vê axê ye. Êdî bese, bila ev zilma ji bav derbasî kur bûye bi dawî bibe. Êdî bese, bila li ser vê axê hemû kes bi nasname û baweriya xwe bijîn. Em dixwazin bêcezakirina di dosyaya Şehmus Oncu û Mehmet Siddik Oncu bi dawî bibe.”