STENBOL- Karsazên kurd Savaş buldan, Haci Karay û Adnan Yildinim ên ku beriya 23 salan hatin qetilkirin li ser gorên xwe hatin bibîranîn.
Karsazên kurd ên ku di 2'yê Hezîrana 1994'an de ji Otela Yeşil Çinarê hatin revandin û di 3'yê hezîranê de hatin kuştin savaş Buldan, Haci Karay û Adnan Yildirim li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Serokwekîla Meclîsê Pervîn Buldan, parlamenterên HDP'ê Osman Baydemîr, Sirri Sureyya Onder, Celal Dogan, Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî merasîma cenaze bûn. Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir.
'JI DUH HETA ÎRO TIŞTEK NEGUHERÎ'
Pervîn Buldan a di merasîmê de axivî diyar kir ku Savaş Buldan, Haci Karay û Behçet Canturk ên beriya 23 salan hatin revandin piştre cermê wan hate rakirin, bi îşkenceyên hovane hatin qetilkirin. Buldan anî ziman ku ji 1994'an heta 2017'an li Tirkiyeyê tiştek nehatiye guhertin, kuştinên kiryar nediyar, înfazên bêdaraz îro polîtîkayên sîstematîk ên ku dewletê daniye pêşiya xwe ye. Buldan wiha got: "Demekî ji aliyê JÎTEM, kontrgerîlayê ve cînayet pêk dihatin niha di bin çavdêriya hêzên ewlehiyê, leşker û polîsan ev yek tê kirin." Buldan anî ziman ku feraset duh û û ya îro ji hev cuda nîne û wiha berdewam kir: "Yên ku kuştinên kiryar nediyar kirin û yên ku Sûr, Gever şewitandin, li Cizîr û Sîlopiyê qatlîam pêk anîn cuda nînin. Hemû têkoşîna me ji bo ku cînayetên salên 90'î nebin e. Ji bo zarok sewî nemînin em têkoşiyan. Îro jî li Cizîrê, li Sîlopiyê zarok sewî dimînin."
'DIVÊ KOMÎSYONA LÊKOLÎNÊ BÊ AVAKIRIN'
Buldan da zanîn ku ligel ku li Meclîsê ne jî komîsyona edalet û lêkolînê nehatiye avakirin, ger ku dixwazin bi gelê kurd re li hev bên bi ronîkirina van hersê cînayetan dikarin dest pê bikin. Buldan got ku tu hêviya wan bi edalet û hiqûqa li Tirkiyeyê tuneye û ger edalet bihata xwestin îro ev qetlîam û mirin pêk nedihat. Buldan diyar kir ku baweriya wan ew e ku ewê bi têkoşîna gel ve azadî û aştiyê bînin Tirkiyeyê û spasiyên xwe bi welatiyên beşdar bûne kir.
'TOLA HERÎ MESIN DÊ AŞTÎ BE'
Osman Baydemîr jî wiha axivî: "40 sal in jibilî diyalogê, jibilî rêbazên mirovane hemû rêbaz hatin bikaranîn. Di encama van rêbazan de jî 17 hezar û 500 kuştinên kiryar nediyar pêk hatin ji wan 3 Haci, Savaş û Adnan in." Baydemîr got ku gelê kurd dê tu caran yên ku jiyana xwe ji dest dane ji bîr neke, kesên ku ew kuştin jî dê di nava xirakirinan de wekî kesên çîrkîn bibin.