EDENE - Rêxistinên HDP û DBP’ê yên Edeneyê û HDK’ê li dijî xirakirina Sûrê banga têkoşînê kir.
Rêxisitnên HDP û DBP’ê yên Edeneyê û HDK’ê bi armanca xirakirina navçeya Sûra Amedê li avahiya bajar civînek çapemeniyê li dar xist. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û û sendîkayan tevlî civînê bûn. Hevberdevka HDK’ê ya Edeneyê Şukran Efeturk, diyar kir ku ligel ku Sûr ji aliyê UNESCO’yê ve wekî mîrasa çandî hatiye îlankirin jî bi xirakirinê re rû bi rû ye û wiha got: “Dîrok û çanda Sûrê bi tunebûnê re rû bi rû ye. Bi israra xirakirina Sûrê dixwazin gelê kurd ê li wir dijî koçber bikin û dixwazin bînin halê koçberan. Divê hemû gelê me li dijî talana hikûmeta AKP’ê têbikoşin û destûr nedin vê yekê.”
'DIVÊ TU KES LI DIJÎ XIRAKIRINÊ BÊNDENG NEMÎNE’
Efeturk, da zanîn ku hikûmeta AKP’ê bi birçî û tênî hiştina gelê Sûrê re sînordar nemaye, di bin navê veguhestina bajar de dixwaze hemû bajarên kurdan tune bike. Efeturk, anî ziman ku divê hemû kes xwedî li gelê Sûrê derbikeve û wiha axivî: “Em bang li raya giştî dikin ku li dijî xirakirina Sûrê bisekinin û bang li hemû kesî dikin ku li dijî xirakirinê hemû kes deng derbike û bêdeng nemine.”