Xizmên windayan siyasetmedarên kurd bi bîranîn

AMED / ÎZMÎR - Xizmên Wandayan û ÎHD’a Amed û Îzmîrê, di çalakiya vê hefteyê de çîroka siyasetmedarên kurd ên di 2'yê Hezîrana 1994'an de ji Otela Yeşil Çinarê hatin revandin û di 3'yê hezîranê de hatin kuştin Savaş Buldan, Haci Karay û Adnan Yildirim û Kenan Bîlgîn ê di 12’yê Îlona 1994’an de li Enqereyê di bin çavan de hat windakirin vegotin.

Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan çalakiya xwe ya “Winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” di hefteya 434’an domandin. Di çalakiyê de wêneyên windayan hat hilgirtin û pankarta mezin a wêneyên windayan li ser hate vekirin. Xizmên windayan, xwestin qatilên siyasetmedarên kurd Savaş Buldan, Haci Karay û Adnan Yildirim ên di 3’yê Hezîrana 1994’an de hatin qetilkirin bên darizandin.

Endamên Lijneya Rêvebir a ÎHD’a Amedê Hasan Yalçin, daxuyanî da û diyar kir ku windayên kiryara ne diyar an ji malên wan an jî li kolanan hatine binçavkirin û heta niha kujerên wan ne hatine darizandin.

Yalçin, bi bîrxist ku Savaş Buldan, Haci Karay û Adnan Yildirim di sala 1994’an de ji aliyê JÎTEM’ê ve bi îşkenceyê hatine qetilkirin, ligel dema derbas bûye jî hêjî kujer ne hatine darizandin. Piştî axaftina Yalçin endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê Adnan Orhan çîroka windakirina Şavaş Buldan û Haci Karay vegot.

Piştî çîroka windabûna siyasetmedaran hat xwendin xizmên windayan çalakiya rûniştinê a 5 deqeyan li darxist.

LI ÎZMÎRÊ ÇÎROKA KENAN BÎLGÎN HAT VEGOTIN

Şaxa (ÎHD) ya Îzmirê jî bi heman armancê bi silogana “Bila winda bên ditin, faîl bên darizandin" û “Bila girtiyên nexweş bên berdan" di hefteya 385’an de çalakiya xwe berdewam kirin. Xizmên windayan û reveberên ÎHD'ê li qada Konakê li pêş Sumerbankê kom bûn û daxuyanî dan. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Kenan Bîlgîn ê di 12’yê Îlona 1994’an de li Dîkmena Enqereyê ji aliyê polîsên sivîl ve hat binçavkirin û hat windakirin pirsîn.