Rûniştina F: Bila Baymiş ê nexweşê pençeşêrê ye bê berdan

STENBOL - Komîsyona Girtigeha a ÎHD'ê ya Îzmirê, di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Nîhat Baymiş û xwest serbest bê berdan.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 270'ê yî de çalakiya "Rûniştina F" li Qada Galatasarayê berdewam kirin. Kesên di çalakiyê de kom bûn, pankarta “Tecrîd dikuje, Bila Girtîgehên Tîpa F bên girtin", "Tecri dikuje, piştevanî dide jiyandin" û “Bila girtiyên nexweş bên berdan" vekirin. Di çalakiya rûniştinê de bê navber siloganên "Dermankirin heq e, nayê asteng kirin", "Mirov bi mafê xwe mirov e" û "Dawî li îşkenceya OHAL'e bînin" û "Bila Devrim Ayik bê berdan" berz kirin. Daxuyaniya vê hevteyê ku bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Nîhat Baymiş, ji aliyê endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Stenbolê Selma Eroglu ve hat xwendin.

‘GIRTÎ TERKÎ MIRINÊ KIRINE’

Eroglu, diyar kir ku li girtîgehên Tirkiyeyê rêz nîşanî mafê bingehîn ê mirovan mafê jiyanê nayê dayîn û wiha got: “Bi pêkanînên keyfî û giştînameyan girtî terkî mirinê hatine kirin. Mafê girtiyan ê qanûnî tê xespkirin û mafê wan ê dermankirinê tê astengkirin.”

Eroglu, anî ziman ku Nîhat Baymiş ê ku 6 sale li Girtîgeha Şakranê dimîne, beriya salekê teşhîsa pençeşêrê hatiye kirin, niha li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Yeşîlyurt Ataturka Îzmîrê kemoterapî dibîne, asta dawî ya nexweşiya xwe dijî û wiha got: “Em wekî parêzvanên mafê mirovan, dixwazin ku dawî li van pêkanînên kîn û nefretê bînin, dawî li pêkanînên dijmirovî yên li girtîgehê bînin û girtiyê nexweş Nîhat Baymiş bê berdan.”