YPG: Çend roj şûnde dê operasyona Reqayê dest pê bike

NAVENDA NÛÇEYAN - YPG, daxuyand ku dê operasyona ji bo wergirtina navenda Reqayê çend roj şûnde dest pê bike.

YPG, daxuyand ku dê operasyona ji bo wergirtina navend aReqayê çend roj şûnde dest pê bike. Berdevkê YPG'ê Nûrî Mahmûd ku ji Reutersê re axivî wiha got: "Hêzên me gihaştin çepera bajêr û dê operasyona mezin çend roj şûnde dest pê bike."

Li gor nûçeya ku di Ajansa Nûçeyan a Hawarê de cih digire jî, Berdevka Fermî ya Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed wiha got: "Niha li bejahiyên bakur, başûr, rojhilat û rojava yên Reqayê di navbera hêzên me û çeteyên DAIŞ'ê de pevçûnên dijwar diqewimin." Her wiha Cîhan Şêx Ehmed, di axaftina xwe de diyar kir ku dê operasyona azadkirina bajarê Reqayê jî çend roj şûnde dest pê bike.