Parêzer Atalay: Hikûmet Sûra ku di serê xwe de sêwirandiye ava dike



STENBOL
- Parêzer Can Atalay, diyar kir ku tiştên ku li Tarlabaşi û Sûlûkûlêe yên Stenbolê qewimîn, tê xwestin ku hîn girantirên wê li Sûrê bên qewimandin û bi vî awayî mirovên li wir jî tên cezakirin. Atalay, got ku hikûmet Sûra di serê xwe de sêwirandiye ava dike.

Li taxên Alîpaşa û Lalebey ên Sûra Amedê, rûxandina di bin navê "veguherîna bajêr" de didome û her wiha berxwedana li hemberî vê rûxandinê jî bênavber didome. Parêzer Can Atalay, dest nîşan kir ku rûxandina li Sûrê tê kirin ne têkildarî pevçûnên li wir qewimîne. Atalay, got ku tu eleqeya rûxandina ku bi hinceta "ewlehiya cemaweriyê" tê kirin bi ewlehiyê re tune ye. Atalay, ragihand ku rûxandina ku tê kirin di çarçoveya veguherandina qadên Afet û Birîsk a Jimare 6306'an tê kirin û wiha got: "Ev jî ne mumkun e. Sûr qada sîtê ya bajariyî ye. Têkildarî qadên sîtî yên bajariyî qanûneke taybet heye. Tenê di çarçoveya vê qanûnê de liv û tevger dikarin bên kirin."

'YA SÛRÊ JI YA SÛLÛKÛLEYÊ GIRANTIR E'

Atalay, dest nîşan kir ku li Sûrê rewşeke ku mirov bi zorê ji cihê xwe dibin heye û wiha got: "Qewiîmînên li Sûrê ji qewimînin li Tarlabaşi, Sûlûkûle û Sînemaya Emekê girantir in. Li gor peymanên parastina mîrateyên çandî yên navnetewî ku Tirkiye alîgirê wan e, ev bi tu awayî ne mumkun e. Ji bo van kirariyan doz hatin vekirin. Lê belê, mixabin di warê hebûna Şûrayeke Dewletê ku kirariyan li gor huqûqê kontrol bike şik û gumanên min hene." Atalay, anî ziman ku divê qadên sîtî yên bajariyî bên parastin. Atalay got ku, tenê ne unsûrên fizîkî divê mirovên li wir jî bên parastin.

‘SÛRA KU DI SERÊ XWE DE SÊWIRANDINE AVA DIKIN'

Atalay, balê kişand ser gotina "Em ji nû ve Sûrê ava dikin" a Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê û wiha axivî: "Bi van kirinan Sûrê ji nû ve ava nakin. Bajarekî din derdixin holê. Sûra ku di serê xwe de sêwirandine ava dikin."

‘BÊDENGIYA UNESCO'YÊ CIHÊ ŞERMÊ YE'

Atalay, bêdengiya UNESCO ya li hemberî rûxandina Sûrê ku di Lîsteya Mîrateyên Çandî yên Cîhanê de ye jî rexne kir û wiha got: "Di demên ku li Sûrê rûxandin dewam dikir de, Komîteya Mîrateya Cîhanê li Tirkiyeyê civîn çêdikir. Bi qasî ku min fêm kir pir baş hatin ezimandin û tiştek jî negotin. Ev cihê şermê ye."

'NAYÊ QEBÛLKIRIN'

Atalay, diyar kir ku mirovên li Sûrê dijîn salên 90'î dijwartir dijîn. Atalay, parast ku kesên hewl didin li Sûrê bijîn ji bo rantê ji wir tên koçberkirin û ev bi tu awayî nayê qebûlkirin. Herî dawî Atalay wiha got: "Ji bilî xwedîderketina taxên xwe, malên xwe û bajarê xwe wekî din tu şensekî gelê me yê Sûrê tune ye."