Li gorî dewletê qetlîamkareki Enqereyê dijî

ENQERE - Xwekuj Yunus Emre Alagoz, ku komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqereyê pêk anî, li gorî qeydên gelheyê hîn jî dijî. Her wiha navê xwekujê duyemîn Omer Denîz Dundar jî, hîn di nav lîsteya "terorîstên li wan tên gerîn" de ya Wezareta Karên Navxweyî de cih digire. Li gorî raporên Tiba Edlî her du nav jî, wekî xwekujên Enqereyê hatibûn daxuyandin.

Li gor qeydên gelheyê xwekujê Komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqereyê Yunus Emre Alagoz ku li ser nifûsa Semsûrê ye hîn jî dijî.

DI QEYDA GELHEYÊ DE SAX DIXUYÊ

Li gor qeydên ku di 2'yê Hezîrana 2017'an de ji ser MERNÎS'ê hatin wergirtin, Yunus Emre Alagozê di 18'ê Tîrmeha 1990'î de li Semsûrê çêbûye, di beşa "bûyer û dîrokan" a Mînaka Qeyda Gelheyê de "sax" dixuyê.

LI GOR DEWLETÊ QETKÎAMKARÊ 10'Ê COTMEHÊ HÎN SAX E

Di raporên dozgeriyê û raporên tiba edlî yên Komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqereyê de Yunus Emre Alagoz wek "kuştî" tê bibîranîn, lê di qeydên gelheyê de sax dixuyê. Ev jî bi xwe re gelek pirsnîşanên wek ji bo çi Alagoz sax dixuyê tîne.

Halbûkî li gor qeydan, birayê Yunus Emre Alagoz, Şeyh Abdurrahman Alagoz ku serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu îdia kiribû ku wan wî bi saxî zevt kiriye, lê komkujiya Pirsûsê pêk anî, mirî dixuyê. Hin huqûqnas dibêjin, dibe ku malbat ji ber meaşê ku di ser Alagoz re distînin mirina wî ranegihandibin.

WEZARETA NAVXWEYÎ LI BOMBEVANÊ DIN DIGERE

Her wiha bombevanê din ê ku tê diyarkirin ku wî jî di Komkujiya Enqereyê de cih girtiye Omer Deniz Dundar ê li Semsûrê çêbûye jî, hîn jî di nav lîsteya "terorîstên li wan tên gerîn" de ya Wezareta Karên Navxweyî de cih digire.