AMED - Di ser êrîşa bombeyî ya li dijî mîtînga HDP'ê ya 5'ê Hezîrana 2015'an 2 sal derbas bûn. Lê bi qasî serê derziyê jî di dozê de pêşketinek tune ye. Welatiyên di êrîşê de birîndar bûn, dan zanîn ku ew ji bo daxwaza aştiyê li qada Îstasyonê bûn, heke HDP ji bo mîtînga aştiyê careke din bang bike, ew ê dîsa beşdarî mîtîngê bibin.
Di ser komkujiya 5'ê Hezîranê ya di sala 2015'an de li Qada Îstasyonê ya Amedê li ji hêla endamên DAIŞ'ê ve li dijî mîtînga HDP'ê pêk hat de du sal derbas bûn. Di encama êrîşa bombeyî ya li dijî mîtînga ku bi sedhezaran kes beşdarî wê bûbûn de Ramazan Yildiz, Necatî Kûrûl, Şehmûz Kaçan, Cîvan Arslan û Ali Türkmen jiyana xwe ji dest dan û zêdetirê 400 welatî jî birîndar bûn. Di ser komkujiyê re 2 sal derbas bûn, lê hîn jî kujer û berpirsyarên komkujiyê nehatine cezakirin. Komkujiya 5'ê Hezîranê bû peyama bi temamî ji holê rakirina pêvajoya çareseriyê ya Newroza 2013'an ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hatî destpêkirin. Di berdewama pêvajoyê de komkujiya Pirsûs û Enqerê pêk hat û giredayî wê komkujiya 5'ê Hezîranê bû nîşaneya wan rojan.
POLÎS JI BO 5'ê HEZÎRANÊ HAT XELATKIRIN
Li ser teqîna bombeyî liv û tevgera sed hezaran kesên li qadê pêşiya komkujiyek mezinitr girt. Her wiha ji bo rakirina birîndaran ya nexweşxaneyê korîdor hat vekirin, birîndar bi lezgînî gihiştin nexweşxaneyê û armanca êrîşkaran vale hat derxistin. Lê li gel ev hişyariya welatiyan polîsan rakirina birîndaran asteng kir û bi TOMA'yan êrîşî gel kir. Di encama êrîşên polîsan de nîşaneyên ku pêvajoya dozê biguherîne hat windakirin. Lewra Miduriyeta Emnîyetê ya Amedê şûna vekirina lêpirsînê daxwaza xelatkirina polîsên roja mîtîngê li qadê bûn kir. Midurê Emniyeta Amedê Halîs Bogurcu, ji bo xelatkirina 2 hezar û 360 polîsan biryara fermî girt û polîsên nekarî pêşiya komkujiyê bigirin hatin xelatkirin.
Serdozgeriya Amedê li ser komkujiyê lêpirsîn da destpêkirin û piştî rojekê der barê lêpirsînê de biryara "Weşartinê" girt. Berpirsyarê komkujiyê Orhan Gonder piştî çend rojan li Dîlokê hat girtin. Malbata Gonder jî di sala 2014'an de bi sedema "Tevlîbûna DAÎŞ'ê" giliyê kurê xwe dikin. Gonder 6 mehan di nava DAÎŞ'ê de tê perwerdekirin û di 26'ê Gûlana 2015'an de derbasî Dîlokê dibe û pişt re jî derbasê Amedê dibe. Gonder li Amedê li otelekê bi cih dibe û ji bo pirsgirêkên leşkerî tê binçavkirin, lê pişt re tê berdan. Hate hîn bûn ku di odeya Gonder de bombeyên ji bo teqînê hatî amadekirin hne lê polîs di odeyê de lêgerînê nake. Onder tê berdan lê piştî çend mehan ji bo komkujiya 5'ê Hezîranê tê girtin. Li ser girtina Onder derket holê ku giliya ku malbata wî kirî di UYAP'ê de li ser birayê wî Engîn Gonder tê nivîsandin.
ÎDIANAME PIŞTÎ 11 MEHAN, DOZ PIŞTÎ 17 MEHAN
Serdozgeriya Amedê ya ku piştî komkujiyê lêpirsîn dayî destpê kirin piştî 11 mehan îdianame amade kir û pêşkeşî dadê kir. Mlabatên xizmên xwe windakirin û birîndaran bertek nîşanî îdianmeyê dan. Her wiha dadê jî îdıaname qebûl kir lê bi sedema ewlehiyê daxwaza rakirina dozê kir. Di îdianame de ji bo 5 berpirsyarên komkujiyê Orhan Gonder, Îsmaîl Korkmaz, Mûstafa Kilinç, Bûrhan Gok û Îlhamî Bali 5 caran mûebbeta giran û heta 6 hezar û 318 sal cezaya hepsê hat xwestin. Her 4 berpirsyar di îfadeya dozgeriyê de komkujiyê girtin ser xwe, lê di dozê de qebûl nekirin, pirsên parêzerên malbatan jî bê bersiv hiştin.
BI DAXWAZA AŞTIYÊ HERIKÎN QADA ÎSTASYONÊ
2 sal di ser komkujiya bombeyî re derbas bûn û êşa mexdûrên komkujiyê jî bi şerê li heremê re kûrtir bû. Ji 400 kesên birîndar bûyî dayika bi navê Ayten Ay ku lingê xwe ya rastê winda kir, bi awirên çavên xwe yên berxwedêr roja 5'ê Hezîranê vegot. Dayika Ayten anî ziman ku ew bi daxwaza aştiyê herikîn qada Îstasyonê û wan dixwast pêşiya xwînê bigirin. Dayika Ayten diyar kir ku daxwaza wan vegerîna pêvajoya aştiyê bû û wiha axivî: "Em naxwazin kes bimire û xwîn bê rijandin. Bi wê êrîşê bêtehemuliya xwe ya li hemberî dengê me nîşan dan. Bira bira dikuje. Dayikê leşkeran çawa zarokê xwe mezin dikin, ne dayikê leşkeran, ne yê polîsan û ne yê gerîlayan bila negirîn. Divê dayik ji bo ku negirîn bibin yek."
'ÎRO JÎ BE EZ Ê DÎSA HERIM'
Dayika Ayten da zanîn ku li gel windakirina lingê xwe û êşên giran jî ew di tekoşîna xwe de biryardar e û wiha berdewam kir: "HDP îro gazî bike êz ê dîsa herim. Em di pêvajoyek zor û zehmet re derbas bûn. Psîkolojiya zarokên min xera bû, kurê min salekê ji min ditirsiya. Ev zordestî heya kengê, em çareseriyê dixwazin. Ji ber çareserî û aştiyê heya dawiyê jî tekoşîna me dê bidome û em ê li qadan bin."
DAXWAZA AŞTIYÊ KIR, PIŞTÎ DEQEYAN TEQÎN ÇÊBÛ
Birîndarê komkujiya bombeyî yê bi navê Riza Ozden roja 5'ê Hezîranê ji televîzyona Jiyan Tv re axivî bû û pankarta mîtînga HDP'ê jî di destê wî de gotibû ku ew ji bo aştiyê ji Erxaniyê berê xwe da Qada Îstasyonê. Piştî axaftina Ozden bi çend deqeyan teqîn çêbû û di encama teqînê de Ozden lingê xwe yê çepê windakir û ji ber teqînê çavê wî yê rastê nabîne. Ozden li Erxaniyê bi hatina xwe ya avahiya HDP'ê tê nasîn û piştî lingê wî ya hatî jêkirin protez hat kirin û dîsa berê xwe da riya HDP'ê. Ozden piştî 2 salan dîsa axivî û anî ziman ku ew li gel windakirina lingê xwe dest ji piştgiriya HDP'ê bernade û wiha got: "Ez naxwazim tu kes bimire."
'LINGÊ MIN Ê DIN JÎ HERE, DÎSA JÎ EZ Ê HERIM MÎTÎNGÊ'
Ozden bi lêv kir ku ew ji bo daxwaza aştiyê li Qada Îstasyonê bû û wiha domand: "Ez ji partiya xwe hez dikim. Lingê min û çavê min çû lê ez bimrim jî ez dest ji partiya xwe bernadim. Lingê min yê rastê jî were jêkirin, dîsa jî ez ê herim mîtînga aştiyê."
Ozgur Paksoy - dihaber