AMED - Li Amedê operasyona bi 10 hezar polîs, leşker û cerdevanan hatiye destpêkirin didome. Li gundên herêma ku beriya niha “qedexeya derketina derve” hatin rakirin destûr nayê dayîn ku gundî ji malên xwe derkevin, di detina gundan de mewzî têb kolan û bejahiya tê bomberkirin.
Piştî “qedexeya derketina derve” di 28’ê Gulanê de li gundên Licê, Hezro, Hênê, Karaz û Pîranê yên Amedê hatin îlankirin operasyona bi tevlîbûna 10 hezar leşker û polîsan hatibû destpêkirin berdewam dike. Qedexeya ku li 104 gund û gundikan hatibû îlankirin di 30’ê Gulanê de hatibû rakirin, ligel ku qedexe hatiye rakirin jî hebûna leşkeran a operasyonên li herêmê bê navber berdewam dike.
DI KETINA GUND DE LEŞKER MEWZIYAN DIKOLIN
Di çarçoveya operasyona ku bi 10 hezar polîs, leşker û cerdevanên ji cihên cuda anîne berdewam dike, di ketina sedan gundên 6 navçe û li ser riya Licê-Çewligê wesayîtên zirxî hatine bicihkirin. Hat dîtin k udi ketina gund de kepçe ji bo leşkeran mewziyan dikolin û leşkeran ji gundiyan re gotine “em ê demekê li vir bin.” Welatiyên li gundên operayon lê didome dimînin diyar kirin ku leşker bi riya cerdevanan di ketin û derketina gundan û cihên stratejîk bi kepçeyan mewzî kolane û amadekariyên demek dirêj li herêmê bimînin dikin.
DESTÛR NADIN GUNDÎ JI MALÊN XWE DERBIKEVIN
Leşkerên ku destûr nadin wesayîn bikevin gund ji gundiyan re got di rewşek lezgîn a nexweşiyê de dikarin ji wan destûr bigirin û biçin nexweşxaneyê. Hat diyarkirin ku destûr nayê dayîn ku gundî bexçeyên xwe av bidin, yêm bidin sewalên xwe, biçin serdana xizmên xwe yên li gundekî din. Gundiyarn diyarkirin ku ji ber di nava rojê de şebeke û înternet tê birîn di girtina agahiyan de zehmetiyan dikişînin. Gundiyan, anîn ziman ku li hemû gundên herêma mal yek bi yek hatine lêgerîn û welatiyên ne li ser nifûsa gundin ji gund bi zorê hatine derxistin.
Li bejahiya gundên operasyon lê didomin helikopter digerin û wesayîkên zirxî yên li ser wan amûra sinyal birînê heye li ser riya Amed-Çewligê digerin.
HEYETA HDP’Ê HAT ASTENGKIRIN
Li aliyê din heyata HDP û DBP’ê ku xwestin gundên Zara û Hurê yên hatibûn valekirin û piştî demekê welatî vegeriya bûn ziyaret bikin ji aliyê leşkeran ve hat astengkirin. Heyeta ku leşkeran bi hinceta operayon berdewam dikin nekarîn biçin gund mecbûr man vegerin gundê Hênê.
Di operasyonên berdewam dikin de heta niha, bi taybet li bejahiya Licê ku gelek leşker hatine sewqkirin herî zêde 3 leşkeran jiyana xwe ji dest dane û bi dehan leşker û cerdevana jî birîndar bûne.