ÎDÎR - Gelê Îdîrê ji bo hilbijartina 11 endamên Meclîsa Giştî ya Bajar ên hatine feskirin çûn ser sindoqê. Hat diyarkirin ku li ser sindoqan leşker û cerdevan gef li welatiyan dixwin, dengê vekirî tê bikaranîn û HDP’î ji dibistanan hatine durxistin.
Gelê Îdîrê ji bo hilbijartina 11 endamên Meclîsa Giştî ya Bajar ên hatine feskirin çûn ser sindoqê. Di dengdayîna saet 07.00’an destpêkir de gelek binpêkirinên mafan hatin jiyîn. Hat diyarkirin ku kesê bi navê Îbrahîn Abîş û kurê wî yê ku dibêje ew AKP’î ye û keyayê gundê Erhaciyê ye dengê vekirî bikar aniye û zexta hemû kes dê dengê vekirî bikarbîne li ser gel dide meşandin.
Hat gotin ku leşker û cerdevan gefan li dijî hilbijêran dixwin û heyeta HDP’ê ya ku Parlamenter Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî di nav de ye ji dibistana Erhaciyê hatine durxistin.
Dîsan li gundê Muçê yê girêdayî navendê ye jî leşker û cerdevan zexta bikaranîna dengê vekirî li ser welatiyan didin meşandin.
MECLÎSA GIŞTÎ YA BAJAR HATIBÛ FESKIRIN
Piştî hilbijartinên herêmî ya 2014’an li Îdîrê Abdulkadîr Ozsular ê DBP’î wekî Serokê Meclîsa Giştî a Bajar hatibû hilbijartin. Ozdular ku hat girtin piştre hat berdan û ji peywirê hat girtin. Ozsular, bi dengên endamên DBP’ê carekdin wekî Serokê Meclîsa Giştî a Bajar hat hilbijartin. Lijneya Hilbijatinê ya Bilin (YSK) jî biryara ji nûve pêkanîna hilbijartinê da. Ji bo hilbijartinê AKP, CHP, HDP, MHP, Partiya Vatan û Partiya Saadetê di pêşbirkê de ne.