Nexweşê pençeşêrê Baymiş, li benda rapora ATK’ê ye

ÎZMÎR - Girtiyê nexweş Nîhat Baymiş ê li Girtîgeha Şakranê bi nexweşiya pençeşêrê ket û ji 9’ê Gulanê ve li tedaviya kemoterapi dibîne li benda bersiba Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê ye.

Girtiyê nexweşê Losemiyê Nîhat Bayram ê 6 sale li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 4 a Şakrana Îzmîrê dimîne û bi nexweşiya pençeşêrê ketiye, ji 9’ê Gulanê heta niha li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Yeşîlyurtê tedawiya kemoterapiye dibîne. Baymiş k udi bin “ewlehiyê” de 20 roje tê dermankirin, hat diyarkirin ku îro serê sibê ve dê 3 roj din dermankirina wî bidome. Birayê Baymiş, Vedat Baymiş, diyar kir ku rewşa birayê wî ji berê baştire.

LI BENDA RAPORÊ NE

Baymiş, da zanîn ku birînên di laşê birayê wî de derketine li gorî berê baştirin û wiha got: “Dê di 28’ê Nîsana 2018’an de cezayê wî bi dawî bibe û em dixwazin birayê min bê berdan. Heyetek ku ji girtîgehê hatiye got ku ‘Heyeta girtîgehê ji bo cezayê maye li derve derbas bike destûr daye’, hefteyeke rapor ji Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê re hatiye şandin û em li benda bersivê ne. Divê Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê rapora ‘nikare li girtîgehê bimîne’ bide.”