STENBOL - Mehmet Ayvalitaş ê ku di Berxwedana Geziyê de jiyana xwe ji dest dabû li taxa 1 Mayisê ya Umraniyê li cihê ku hate kuştin hat bibîranîn
Mehmet Ayvalitaş ê ku di Berxwedana Geziyê de jiyana xwe ji dest dabû li taxa 1 Mayisê ya Umraniya Stenbolê li cihê ku hate kuştin bi meşekê hat bibîranîn. Piştî xwarina hat dayîn bi sedan kesên li ber Pîr Sultan Abdal Cemevi ya taxê hat cem hev, heta cihê Ayvalitaş lê hat kuştin meşiyan. Di meşe de pankarta “Şehîdên Geziyê bê mirinin” hat vekirin, wêneyên kesên di Geziyê de jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin û dirûşmeyên “Mehmet Ayvalitaş bê mirine”, “Yan edalte yan qiyamet”, “Berxwedana rêhelab Mehmet didome” û “Dê hesabê Mehmet bê pirsîn” hatin berzkirin.
'HER TIM HÊVÎ HEYE’
Piştî rêz girtinê bavê Ayvalitaş Alî Ayvalitaş axivî û diyar kir ku hemû kesên hatine vir ji bo wî Mehmet in. Ayvalitaş, da zanîn ku zarokên wan ji bo gelê xwe mirine û wiha got: “Ew bûn rûmet û şeref. Li vê tarîtiyê de her tim hêvî heye. Dê di nava hêviyê ronahî derkeve, tarîtî ronî bibe û dê kesên zilm kirine din ava ronahiyê de bifetisin.”