AMED – Li 10 gundên girêdayî navçeya Pasûrê qedexeya derketina kolanan hat îlankirin.
Walitiya Amedê li 10 gundên girêdayî navçeya Pasûrê qedexeya derketina kolanan îlan kir. Qedexeya ku heya fermana duyemîn dê berdewam bike li van gundan hat îlankirin: “Cixsê, Xirûc, Tiyaks, Aqetîn, Kuyê, Gavgas, Gomak, Deyas, Zara û Herta”