Rojnameger Çelebî: Trump û Putin dê li ser Reqqa û Deyra Zorê pev biçin

STENBOL - Rojnameger Mehmet AlÎ Çelebî destnîşan kir ku bi şerê li Rojhila Navîn rêveberiyên dewletan careke din diguherin û li ser Reqqa û Deyra Zorê ev nirxandin kir: "DAIŞ ji bo hêza xwe biparêze dê li ser hêza xwe ya Deyra Zorê bisekine.Trump û Putin dê li ser Reqqa û Deyra Zorê pev biçin."

Rojnameger Mehmet Ali Çelebî li ser pevçûn û polîtîqayên Rojhilata Navîn tên meşandin nirxandin kirin. Çelebî destnîşan kir ku pevçûnên li Rojhilata Navîn yên ji aliyê dewletên navneteweyî tên meşaandin zorê dide guhertina polîtîqayên siyasî. Çelebî da zanîn ku rêveberiyên gelek dewletan jî ji ber vê têşe digirin. Çelebî got ku şerê ji ber berjewendiyên dewletan pêk tê dê kaosa li herêmê jî kurtir bike.


'KAOS DÊ KURTIR BIBE'

Çelebî anî ziman ku bi hatina Trump hevsengiya Rojhilata Navîn ji nû ve têşe digire. Çelebî bi lêv kir ku Îran li ser milîsên Haşbi Şabî hewldanên xwe yên Musulê zêdetir kirine û wiha axivî: "Sisi yê bi darbeyê hat ser Misirê bi hatina Trump derfeteke mezin bi dest xist. Di navbera Katar û Suudi Erebîstanê nakokiyên mezin hene. Ji ber ku Hamas li paytexta Şamê ya Suriyeyê bû. Piştî şerê navxweyî di fikara çûn û hatinê de man. Piştre çûn Katarê. Di demên dawîn de Katarê îtirazê êrîşên li ser Hamas û Hizbullahê kirin. Katar kulîlkan avêt ser Îrana ev her du rêxistinan diparêze. Aliyê din Suudi Erebistan hem li hember Hamasê hem jî li hember Îranê di nav hewldaneke artêşeke suni de ye. Li Yemenê jî bombebaran berdewam dike û nexweşiya Kolerayê belav dibe. Li Bahreynê jî li hember kesên şii girtin çebûn. Serokên şiiyan der sînor kirin. Tirkiye jî piştî Mertala Firatê sekinî. Ji ber ku ABD û Rusyayê li ser Minbiçê hev kir. Ji bo vê rewşê ji holê rake êrîşê Qereçox û Şengalê kir. Dixwaze bi van êrîşan hin hêzan bikişîne aliyê xwe. Li herêmê dîmenek wiha heye."

Çelebî diyar kir ku dê ji ber vê tabloyê kaos zêdetir kurtir bibe.

'BI KOVAYAN AGIR TÊ VEMIRANDIN'

Çelebî bal kişand ser peymana "Herêmên agirbest" a di navbera Îran, Tirkiye û Rusyayê de hat morkirin û ev tişt gotin: "Heya niha li Astanayê gelek hevdîtin pêk hatin. Ji bo ku tu dewlet bêserkeftî xuya neke agirbestên beriya niha hatin îlankirin çawa xirab bû aşkere nekir. Li Suçiyê Erdogan û Putin li hev kirin. Di vir de nakokiyek heye. Hem Suriye hem jî komên OSO'yê peymanê mor nekirin. Ev rewş nexwe aşkere bû. Ji ber ku li herêmê tu encama wê nebû. Heke li cihekê agir derketibe divê li gorî mezinahiya agir tu amûran bi kar bînin. Ev agir jî bi kovayan tê xwestin ku bitemire."

'DIVÊ HÊZÊN LI QADÊ NE BERÇAV BIGIRIN'

Çelebî got ku tu peyman bêyî hêzên li qadê ne serkeftî nabe û wiha berdewam kir: "Li hember DAIŞ û yên wek wê di Rojhilata Navîn de berteka gelan derdikev holê. Minak li gelek cihên wek Tabqa, Minbîc û Şengalê meclis hene. Heke hûn tirkmen, suryanî, asûrî, kurd û ermenan qebûl nekin, bi hin sunniyan re polîtîqa bimeşînin an jî li ser rejîma Baasê polîtîqa bimeşînin ev proje ser nakeve. Rusya vê tiştî dizane. Hin caran tîne ziman jî. Ji ber çi kurdan naxin civînên Cenevreyê? An jî Astana? Bi devkî tê gotin lê pratîkê de nakin. Ji ber çi? Ji ber ku hebûna wan li hember Tirkiyeyê bi kar tîne. Dixwaze Tirkiyê bikişîne aliyê xwe. Rusya bi pêkhateyên gelên cuda cuda Tirkiyeyê tehdît dike."

'KDP'Ê TERCIH KIR KU ÊRÎŞ BIBE SER YBŞ'Ê'

Çelebî got ku rêveberiya KDP û cuntaya Sisi ya li Misirê dişibin hev du û wiha pê de çû: "Sisi ji ber konjokturê berjewendiyên xwe baş bi kar anî. Hem bi ABD hem jî bi Rusyayê re têkiliyên xwe baş danîn. Bazara çekan bi wan re kr. Ji bo meşruiyetê hewldanên wê bi têkiliyên dewletên NY'ê çêbûn. KDP'ê jî wisa kir. Nahêle hilbijartin pêk were. Serokatiyek korsan heye. Dema Barzanî qediyaye lê dev ji koltixa xwe bernade. Ji ber ku hêzên wek Goran, YNK û hêzên din alternatifek neafirandin. Pêşengek dernexistin. Îngiltereyê bi ABD'ê re têkiliyên xwe danî. Neçirwan Barzanî bi Rusyayê re bazara petrolê dike. bi vê peyamek dide ABD'ê. Ji ABD'ê de re; 'Hûn taktîkî be jî bi QSD'ê re li Şengalê hevkarî dikin. YBŞ'ê ji Şengalê dernaxin. Heke wisa be em ê jî alternatîfên xwe biafirînin' dibêje. Bi Tirkiyeyê re jî têkiliyên ciddî danîn. Piştgirî dan êrîşa li hember Şengalê. KDP'ê di serî de êrîş bir ser herêma Sinunî lê ji ber bersivan êrîşên xwe nekarî bide berdewamkirin. Ji ber vê jî dixwaze vê rewşê berdewam bike. KDP li cihê biçe gundên ji aliyê Haşdi Şabiyê hatin rizgarkirin bigire êrîşê YBŞ'ê kir."

'DÊ ROJHILATA NAVÎN ZÊDETIR TEVLÎHEV BIBE'

Çelebî derbarê operasyona li dijî Musulê de jî wiha axivî: "Dema Musul rizgar bibe dê rêveberî bikeve dest hêzên hevpar. Hêzên şii dê derkevin. Peymanek wiha heye. Lê li qadê tu hikma peymanan nîn e. Gotina 'Li Rojhilata Navîn tu carî teqez û teqez nebêje' rastiya vê karî nîşan dide. Haşdî Şabî heya niha rê vekiri û niha jî ji bo KDP bû xeternakek. ji ber ku tu kiryarên DAIŞ û El Nusrayê rexne dikin. Lê Haşdi Şabî jî polîtîqayek paqij nameşîne. Li hember sivîlan ji bo întiqamê êrîş pêk tîne. Nexwe belavbûna Iraq, Suriye û OSO'yê ji ber vê sedemê bû. Ji ber ku ev wek şoreşger û tevgerên gel nayên dîtin. Li cem gel wekî kopiyên hev disekinin. Ji ber vê Haşbi Şabî jî dê bibe tehdîtek mezin. Dê herêm zêdetir tevlîhev bibe."

'DAIŞ PIŞTÎ REQAYÊ DÊ DERBEK MEZIN BIXWE'

Çelebî li ser Rojava jî ev nirxandin kirin: "Dorpêçkirina çar aliyan a Reqayê ne karek hêsan e. Reqa ji bo DAIŞ'ê ji alıyê motîvasyonê ve pir girîng e. Heke DAIŞ nekare Reqayê biparêze dê hem ji aliyê çekan hem jî ji aliyê milisan ve tengasiyên mezin bikişîne. DAIŞ ji bo ku xwe biparêze dê hêza xwe ya Deyra Zorê biparêze. Ji ber ku Deyra Zor axeke di navbera du welatan de cih digire. Hem Suriye hem jî Iraq. DAIŞ bi vî awayî xwe îdare dike. Beriya niha Tebqa ciheke wiha bû. Dema ew xet hat birîn DAIŞ derbeyek xwar û heke li Deyra Zorê jî derbe bixwe dê ber bi qedînê ve biçe. El Nusra û Tahrir-Şem bimîne. Ew jî aliyê İblib û Helebê ye. Hesabê Tirkiyeyê li ser vir hene. Lê Rusya bi rejîmê re di ser wir re biçe û zorê bidin hêzên QSD'ê ku ber bi Deyra Zorê ve biçin. Îranê jî zorê bide.Mînak, Îran dixwaze hakimê Deyra Zorê bibe. Qadên petrolê li wir hene. Ji bo berjewendiyên emperyal dixwaze vê bi kar bîne. Yanî naxwaze ji gelan re ev qad bimîne. Ji be vê jî dê li ser Deyra Zor û Reqayê di navbera Trump û Putinê de geşedanên girîng pêk werin."

Mehmetşah Oruç - dihaber