HATAY - Li Hatayê ji ber projeya bihorka jêr û Qada Bajêr a Defneyê ya şaredariya mezin û navçeya Defneyê ku saleke neqediyaye, esnaf hatin asta îflasê. Esnafan diyar kir ku ji ber înşatê karên wan kêmtir bûye û gelek dikan hatine girtin.
Li Hatayê ji aliyê Şaredariya navçeya Defneyê salek ewilî li Duryana Ugur Mumcuyê plana Qada Bajêr ya Defneyê û bihorka jêr hatibû destpêkirin lê belê proje hêj neqediyaye. Di çarçoveya projeyê de Şaredariya Mezin jî bi projeya bi navê "Batti Çıktı" tevlî vê înşaatê bû. Wextê înşaatê bi derketina cihên dîrokê li herêmê xebatên arkeolojîk hatin destpêkirin. Ji ber xebatên arkeolojîk ev 3 meh in xebatên înşaatê rawestiyane.
Esnafên li duryanê kar dikin jî ji ber neqedîna projeyan ber bi îflasê ve diçin. Hin esnafan jî kilît li deriyê xwe kirin.
'SOZÊN ŞAREDARIYÊ DABÛN PÊK NEHATIN'
Dikandarê bi navê Semir Îçer ê li duryanê karê kunefeyê dike destnîşan kir ku vê projeyê hemû esnaf mexdûr kirine. Îçer anî ziman ku beriya înşaatê hem şaredariya mezin hem jî yê navçeyê xebatek baş a fizibiliteyê nekirine û heke ev tişt bihatana kirin esnaf jî mexdûr nedibûn. Îçer da zanîn ku her ku ev kar dirêj dibe mexdûriyet jî zêdetir dibe û wiha axivî: "Hatay ciheke dîrokî ye. Şaredariya mezin ku ji bo ziraran soz dabû esnafan tu soza xwe bi cih neanî. Em nikarin heqê xebatkaran bidin."
'DI EREZIYA MAYINKIRÎ DE DIMEŞIN'
Mahmut Bayirli jî pirsa "Dê kê zirara me pêşwazî bike?" pirsî û ev tişt gotin: "Dema em diçin kar û tên li ser ereziyek mayînkirî diçin û tên. Ev qada înşaatê ji bo mirovan talûkeyek mezin derdixe holê. Gelek esnaf îflas kirin û gelek jî nikarin tu pereyek qezenç bikin.
'HIN ROJAN QET KARÊ ME ÇÊNABE'
Edip Çolak ê karê firotin û stendina avahiyan dike jî da zanîn ku ew bi rayedarên walitiyê û şaredariyê re axivîne lê encamek negirtine. Çolak got ku ew tenê hatine hiştin û hin rojan qet kar nakin û vedigerin malên xwe.
'DAXUYANÎ ME TATMÎN NAKIN'
Mustafa Gulen ê karê texsiyê dike jî got ku trafîk serobino bûye ji ber înşaatê û wiha berteka xwe anî ziman: "Mirov ji ber vê rewşê naxwazin texsiyê siwar bibin. Aliyên rê yên dolmişan guherî. em jî nizanin çi bikin. Daxuyaniyên şaredariyê me tatmîn nake. em dixwazin ev înşaat biqede."