XARPÊT - Li Girtîgeha Ewle ya Hejmar 2 ya Xarpêtê 3 girtiyên piştî hevdîtina telefonê di korîdora girtîgehê de bi hevalên xwe re kurdî axivîn ji aliyê gardiyanan ve hatin derpkirin. Rêveberiya girtîgehê jî ji her girtiyekê re 15 roj cezaya hucreyê da.
Li Girtîgeha Ewle ya Hejmar 2 ya Xarpêtê hat îdîakirin ku di 10'ê Gulanê de 3 girtiyên piştî hevdîtina telefonê di korîdaro girtîgehê de bi hevalên xwe re ji ber kurdî axivîne ji aliyê gardiyanan ve hatine derpkirin. Di korîdorê de girtiyên bi navê Sînan Çelîk, Taner Yildiz û Yalçin Keskin piştî kurdî axivîn bi gardiyanan re nîqaş derket û li ser vê 15 gardiyan hatin koguşê û ew derpkirin. Hat zanîn ku rêveberiya girtîgehê jî ji her 3 girtiyan re 15 roj cezaya hucreyê daye. Laşê girtiyan ji ber derbê reş û hêşîn bû û rêveberiya girtîgehê beriya wan bibin revirê ew birin koguşên yek kesî. Ji ber vê girtiyan nekarî rapor jî bigirin. Hat ragihandin ku Yalçin Keskin ji ber derbê di dîtinê de pirsgirêk jî dijî.
Piştî girtiyan derbarê gardiyanên ew derpkirin de ji dozgeriya girtigehê gilîdar bûn çûn revirê. Serokatiya Lijneya Disiplina Girtîgehê ya derbarê gardiyanan de lêpirsîn venekir, derbarê girtiyên rastî derbê hatin bi hincete heqeret li serokomar kirine û êrîşê gardiyanan kirine lêpirsîn vekir.
'EZ DEWLET İM Û DIKARIM HER TIŞTÎ BIKIM'
Sînan Çelîk ê ji ber lêpirsînê parastina xwe da destnîşan kir ku wextê hevdîtina telefonê ew bi hevalê xwe yê Mehmet Şirin Çelik re axaftinek kurt kiriye. Çelik destnîşan kir ku li ser vê gardiyanan bi dengekî bilind heqeret li wî kiriye. Çelik diyar kir ku gardiyanan li ser îtirazê ji wî re "Ez dewlet im û dikarim her tiştî bikim" gotiye û li ser vê nîqaş derketiye. Çelik got ku heman gardiyan piştî 5 deqîqeyan bi 15 gardiyanên din re hatiye koguşa wî û 25 deqîqe ew derp kirine.
Çelîk di parastina xwe de ev tişt anîn ziman: "Ji bo sûcên xwe veşêrin saziyên dewletê bi kar tînin. Wextê me got em ê we gilî bikin jî wan ji me re 'Heke hûn gilîdar bibin em ê jî bibêjin ku wan ji serokomar re heqeret kiriye û ji ber wê derbarê we de lêpirsîn were destpêkirin' gotin."
HEM DERP KIRIN HEM JÎ GILÎDAR BÛN
Îfadeyên gardiyanên ji bo lêpirsînê hatin dayîn jî wek hev in. Di îfadeyên gardiyanan de aşkere dibe ku derb bi hinceta axaftina kurdî pêk hatiye. Gardiyanên bi numareyên sicîlê îfade dane destnîşan kirin ku girtî li ser îkaza wan jî axaftina xwe ya kurdî berdewam kirine. Gardiyanan gotin ku Mehmet Şirin Çelik bi dengek bilind axivî ye û dirûş avêtiye û îddiakirin ku girtiyan bi deng derxistinê piştgirî dane wî.
Gardiyan di îfadeyên xwe de bi hinceta hatine derpkirin derbarê girtiyan de gilîdar jî bûn.
Lijneya Disiplinê ligel rapora derbê jî derbarê gardiyanên girtiyan derpkirin de lêpirsînek venekir. Ji ber hincetên li dijî fermanên îdarê tevgeriyane jî ji her 3 girtiyan re 15 roj cezaya hucereyê da.
Girtiyan li hember biryarê îtiraz li Dadgeha Înfaza Xarpêtê kirin. lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Elezîzê berdewam dike.