Çar welatên Ereb têkiliyên xwe bi Qeterê re qutkirin

NAVNEDA NÛÇEYAN - Erebîstana Siûdî, Bahreyn, Misir û Îmarata ji ber “piştgiriya bi terorê re” têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Qeterê re qut kirin.

Her 4 welatên Ereb ên wekî Erebîstana Siûdî, Bahreyn, Misir û Îmarata ji ber “piştgiriya bi terorê re” qadê xwe yên hewayî û deryayî ji Qetarê re girtin û daxwaz ji rêvebiriya Qetarê kir ku di nava 48 aetan de hemû dîplomatên xwe paş bikşîne.

Herwiha Erebîstana Siûdî di daxuyaniya xwe de ragihand ku rêvebiriya Qetarê piştgiriya grûbên terorîst dike û qraliyet ji bo parastina welatê xwe ji terorîzm û tundrewan gaveke wiha pêwist dîtiye û bang li hemû welatên dost kir ku heman helwestê nîşan bidin.