ÇEWLÎG - Li 30 gund û taxên navçeya Dara Hênê ya Çewlîgê, di çarçoveya amadekariya operasyona leşkerî de “qedexeya derketina derve” hat îlankirin.
Walîtiya Çewlîgê beriya operasyona leşkerî, li 30 gundên Dara Hênê “qedexeya derketina derve” îlan kir. Hat zanîn ku bi qedexeya k udi saetên şevê de destpêkir dê operasyona leşkerî ya li Licê û Pasûrê jî di heman demê de bê pêkanîn.
Gundên qedexe lê hastine îlankirin wihane: Kazancik, Açikalin, Olgunlar, Koklu, Buyukçag, Gumuşlu, Yûvali, Aslancik, Uzumcuk, Kîrîşlî, Hasenan, Taşkapi, Mezraa, Varvûsen, Coşkûnlar, Mezra, Yolçati, Kaynakli, Toklû, Akpinar, Herkîr, Kayacik, Yureklî, Doganlar, Karzel, Kaygisiz, Kaymaz, Sevîmlî, Saggoze û Yenîce.
Di çarçoveya heman operasyonê de li gundên Cixsê, Xirûc, Tiyaks, Aqetîn, Kuyê, Gavgas, Gomak, Deyas, Zara û Hert yên navçeya Pasûr a Amedê jî “qedexeya derketina derve” hatibûn îlankirin.