AMED - Qeyûmê tayînî şaredariya Farqînê hat kirin navên saziyên Mala Piştgiriyê ya Perwerdehiyê û Navenda Jinê ya Meya ku di bin banê şaredariya DBP’ê de xizmet didan meşandin guherand.
Li navçeya Farqînê ya Amedê qeyûmê tayînî şaredariyê hat kirin, her roj bi biryarek sosret derdikeve pêş. Qeyûmê ku ji kar derxistina karkerên şaredariyê û girtina saziyên girêdayî şaredariya DBP’ê tê nasîn vê carê jî navê saziyên di bin banê şaredariya DBP’ê de xizmet dikirin guherand û li gorî xwe nav li van saziyan kir. Navê Mala Piştgiriyê ya Perwerdehiyê guherand û navê Navenda Xizmeta Civakî ya Astengan lê kir. Her wiha navê Navenda Jinê ya Meya jî guherand û navê vê saziyê jî kir Navenda Piştgiriya Malbatan a Meya.