REQA - Şervanên QSD’ê yên ku ji bakur û rojhilat ve Reqa dorpêçkirine ji aliyê rojava ve jî 3 kîlometre nêzî bajar bûn. Hat diyarkirin ku ji bo destpêkirina operasyona li dijî bajar kêmek maye.
Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a di çarçoveya 4’emîn pêngava operasyona Xezeba Firatê ya li dijî Reqayê berdewam dike. Şervanên ji bakur, rojhilat û rojava ber bi bajar ve pêşde diçin, li bakur gunê El Esadiye girtin û 2 kîlometre nêz bûn.
Di navbera şervanên ku li rojhilatê Reqayê gundê Samrat ji çeteyan paqijkirin û bajar de kîlometreyek maye. Şervanên ji rojava ketin gundê Hawî Hawa 3 kîlometre ji bajar durin. Di navbera şervanên ku li rojava gundên Ednaniyê, Bîr Haşim, Yaarub, Seggûra ve Ebu Sûs dorpêç kirin û DAÎŞ’ê de şer berdewam kir.
ŞERVAN JI ROJAVA PÊŞDE DIÇIN
Bi rizgarkirina Bendavên Mensûra û Azadî têkiliya bajarê Reqa û bajarên Sûriyeyê ji hev qetandin û şervan gav bi gav ber bi navenda Reqayê ve diçin. Şervanên ku dorpêçên şi rojhilat û bakur temam kirin, armanc dike ku li rojava jî dorpêçê temam bike.
Di vê çarçoveyê de bajaroka Qehtanîye û gundê Xatuniyê ji DAÎŞ’ê hat rizgarkirin, û ev herdu herêm wekî navendên DAÎŞ’ê yên ku çalakiyên li dijî QSD’ê pêk dianî dihat zanîn. Ger operasyonên li dijî gundan bi dawî bibin, tê payîn ku operasyona li dijî bajar destpê bike.
AMADEKARIYÊN JI BO NAVENDA BAJAR
Şervanên ku navenda bajar dişopînin, temaşeyî tevgera DAÎŞ’ê ya li nava bajar dike. Şervanên ku amadekariyên operasyonek mezin dikin li derdora Reqayê eniyan ava dikin. Tê dîtin ku çekên giran li derdora baja hatine bicihkirin û şervan ji bo sivîlên li qadê ne zirarê nebinin wan dibin qadên bi ewle.
Nazim Daştan - dihaber