Parlementerên HDP’ê jî di nav de 130 kesan ji hemwelatîbûnê derdixin

ENEQERE - Di nav de ku 2 parlementerên HDP’ê jî hene 130 kesên di nav 3 mehan venegerin Tirkiyê dê ji hemwelatibûna Tirkiyê bên derxistin. Di Rojnameya Fermî de li gorî îlana cih girtiye navê Fethullah Gulen jî di nav de derbas dibe.

Di nav de parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, parlementera HDP’ê ya Wanê Tugba Hezer, parlementerê HDP’ê yê berê Ozdal Uçer hene di derbarê 130 kesî de biryar an go dema di nav 3 mehan de vegerin welat hat nasîn. Di nav van 3 mehan de yên vengerin Tirkiyê dê ji hemwelatîbûnê bên derxistin. Di nav lîsteyê de navê Fethullah Gulen û gelek endamê wî jî cih digire.

Li gorî îlana Rojnameya Fermî navê Saryildiz, Hezer, Uçer, her wiha Gulen û 130 ku hene cih digire. Ji van kesan re heta 3 meh dam hatiye veqetandin.