ENQERE - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê rapora binpêkinên mafan ên meha Nîsanê aşkera kirin. Girtiyan di raporê de diyarkirin ku mafên wan ên ragihandin, ziyaret, tendirûstî û parastinê hatine sînordarkirin, cezayên hucreyê li wan tên birîn û “lêgerîna zirav” li girtiyên jin tê ferzkirin.
Binpêkirinên mafan û zextên li ser girtiyên siyasî û hikûmxweran ên li girtîgehên Tirkiyeyê berdewam dikin. Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kandiraya Kocaeliyê dimînin, derbarê binpêkirinên mafan ên meha Nîsanê de raporek amade kirin. Girtiyê bi navê Cemal Aydogan ê ku bi sernavê “Rapora Xespa Mafan a Meha Nîsanê” name şand binpêkirinên mafan ragihand.
Li gorî agahiyên Aydogan dane, bi keyfî cezayê hucreyê li girityan tê birîn û ragihandina di navbera girtiyan de tê astengkirin. Di birin û anîna nexweşdaneyê de muayeneya kelepçekirî li girtiyan tê ferzkirin û girtiyên nexweş ên divê werin dermakirin nayên dermankirin. Li gorî agahiyên Aydogan li girtîgehê di meha Nîsanê de 29 binpêkirinên mafan hatiye jiyîn.
Di nameya girityan de binpêkirinên mafan bi van sernavan hat ragihandin:
MAFÊ RAGIHANDINÊ
* Ligel ku ji hevdîtina telefonê ya Yasemîn Karadag re du roj mane ji aliyê ACM Kocaeliyê ve mehek cezayê telefonê hat birîn.
* Li Nurgul Acar, Nebîha Araci mehek, Menekşe Tosun jî 2 meh cezayê ragihandinê hat birîn.
* Karîkatorên ku Yildiz Keskîn û Derya Taşkiran bi riya postaya hundir şandin bi hinceta “bifikarin” paşde hatin şandin.
* Wêneyê ku Sultan Işikli ji kovara girtîgehê daye birî û ji Azîz Aslan re şand ji aliyê îdareya girtîgehê ve bi hinceta “bifikare” ne hat şandin. Hincet jî ewe k udi wêne de çek heye.
* Di maneya Gonul Bozkurt a ji Remzî Uçucu re şandiye de helbesta Enver Gokçe bi hinceta “Gotinên ku gef dixwe bikar” hat reşkirin.
* nameya Ayşe Larzan Caner ji Gamze Eroglu re nivîsandiye hat reşkirin û hat dayîn.
* Bi hinceta li qada sohbetê çalakiya rûniştinê pêk anîne li Murat Çeçen, Yasîn Cîhan û Alî Kema Aşik 3 meh cezayê ragihandinê hat dayîn: Biryar: 2017/489,
* Dîsan bi hinceta çalakiya rûniştinê pêk anîne carekdin li Murat, Yasîn û Alî Kemal 3 meh cezayê ragihandinê hat birîn. Biryar no: 2017/488
* Ligel ku dayîka Murat Çeçen astnegdare û rapora wê heye jî destûr nayê dayîn ku bi dayîka xwe re biaxive. Ji vê re dibêjin “cezayê ragihandinê”. Çeçen serî li Dadgeha Înfazê da lê dadgehê jî got “talûkeya mirinê tuneye” û serlêdan redkir. Halbûkî li Lijneya Cezayê Înfazê derbarê vî mafî de qanûnek heye.
MAFÊ ZIYARETÊ
* Di derbarê Eylem Yucel de cezayê mehek ziyarete teqez bû û di meha Nîsanê înfazê destpê kir.
* Mafê hevdîtinê yê Sevcan Goktaş li gorî hatina kesê hevdîtinê hat sererastkirin.
* Derya Taşkiran, Songul Okten, Menekşe Tosun, Gamze Erdoglu, Sevcan Goktaş, Tulîn Saylan, Gulay Efendîoglu, Ozlem Taşdemîr, Sultan Işikli, Nebiha Araci, Nurgul Acar, Ayşe Baykal, Yasemîn Karadag, Eylem Yucel, Banu Ozcan, Selda Ozçelîk, Gonul Bozkurt, Yelîz Turkmen, Yelîz Keskîn, Gonca Karakoça ji ber ku li derî dane cezayê 3 mehan ê ziyarete hat dayîn.
MAFÊ TENDURISTIYÊ
* Nexweşxa romatizma Nebîha Araç li gel hemû israran jî di hucreya kam de tê ragirtin.
* Turkan Ozen a bi nexweşîna pişikê dijî li gel nexweşbûnê di rindan de dibin û tînin.
* Girtiya bi navê Sultan Işikli dermanê wê ji aliyê bijîşk ve hatine nivîsandin bi kêfî nadinê.
* Girtiyê bi navê Cemal Aydogan ku bi nexweşîna pişikê re rû bi rû ye rastî hemû binpêkirina mafan a tenduristiyê tê.
MAFÊ PARASTINÊ
* Nurgul Acar û Nebîha Araci yên ku daneşîna wan li Stenbolê bûn bêyî hîncet bê nîşandan wan nebirin daneşînê.
BINPÊKIRINA MAFAN ÊN DIN
* Gardiyanan, girtiyan ji ber çalakiya protestoyê û çalakiya rûniştinê pêkanînê bi erdê re kaşkirin û di terenceyan de bi ezeyetê wan dadixînin. Bi taybetî eziyet li girtiyan tê kirin.
* Di vegerên daneşînan de girtî rastî gelek tade û mûameleyên nebaş tên. Ayşe Baykal a ku van pêkanînan red kir di bin navê lêgerînê de îşkence lê hatiye kirin. Baykal a ku ji gulçikên xwe nexweş piştî van pêkanînan nexweşîna wê lê giran bû.
* Muçing bi hinceta ewlehiya girtîgehê dixe talûkeyê nadin girtiyan.
* Mafê sohbetê yên Murat Çeçen, Yasîn Cîyhan, Alî Kemal Aşîk , Cemal Aydogan û Turgay Ayyîldîz jî 28’ê nîşanê ve hatiye qûtkirin. Dema girtî vî mafî dipirsin jî rastî bersiva “Dê îdare biryar bide” tên.