45’emîn rûniştina doza Hrant Dink destpê kir

STENBOL - Di rûniştina 45’emîn a doza Rêveberê Weşana Giştî ya Rojnameya Agosê Hrant Dink de pêzan Levent Yarimel dê bê guhdarkirin.

Runiştina 45’emîn a doza Rêveberê Weşana Giştî ya Rojnameya Agosê Hrant Dink li 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê destpêkir. Beriya dozê, hevalên Hrant li ber edliyeyê hatin cemhev, pankarta “Ji bo Hrant ji bo dadê” vekirin û daxwaza dadê kirin.

Koma ku di nava wan de Parlamenterê HDP’ê Garo Paylan û Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu jî hene piştî daxuyaniyê çûn salona dozê.

Bersûcên girtî Ramazan Akyurek û Alî Fuat Yilmazer û bersûcên serbest Reşat Altay, Sabrî Uzun, Muhîttîn Zenît tevlî dozê bûn. Doz bi xwendina daxuyaniyên peywirdarên cemaweriyê yên îfadeyên wan bi fermanê hatin girtin destpê kir. Dê di dozê de pêzanê cînayeta Dînk Levent Yarimel bê guhdarkirin.

Doz dê heta roja Înê berdewam bike.