Colemêrgê biryara çalakiyan da

COLEMÊRG - Pêşengên civakê yên di bin pêşengiya Komîsyona Bila Colemêrg Wekî Bajar Bimîne de kom bûn bi Mirovên Kar, esnaf, nûnerên partiyên siyasî û rêberên qenaetê re biryara pêkanîna çalakiyan da.

Piştî ku biryara dê Colemêrg ji statuya bajar bê derxistin ket rojevê, bi peşengiya Komîsyona Bila Colemêrg Wekî Bajar Bimîne ya ji aliyê saziyên civaka sivîl a bajar ve hatiye avakirin, civîn hat lidarxistin. Civîna di saetên şevê de li Odeya Sanayî û Bazirganiyê ya Colemêrgê (HATSO) hat lidarxistin Mirovên Kar, esnaf, nûnerên partiyên siyasî û rêberên qenaetê tevlî bûn. Di encama civînê de biryara lidarxistina çalakiyan hat dayîn.

Serokê Odeya Sanayî û Bazirganiyê ya Colemêrgê Servet Taş ku di civînê de axivî, diyar kir ku di dema bajar li benda bajar li benda başbûna aborî û civakiye, bi biryarek wiha re rû bi rû mane. Taş, da zanîn ku divê Gever jî bibe bajar û wiha got: “Me di hemû gotinên xwe de ragihand ku em ne li dijî bajarbûna Geverê ne. Ger Gever bibe bajar em ê jî keyfxweş bibin. Lê em dixwazin bêyî ku dest bidin statuya bajar a Colemêrgê Geverê wekî bajarê 82’emîn bibînin.”

DÊ MEŞEK BÊ LIDARXISTIN

Piştî nirxandin û nîqaşên hatin kirin, li ser navê Komîsyona Bila Colemêrg Wekî Bajar Bimîne Taş daxuyaniyek kurd da û wiha got: “Îro dê biryar bi meşekê bê şermezarkirin. Em bang li gelê Colemêrgê dikin ku tevlî meşê bibin.”

Civîn heta saetên direngiya şevê berdewam kir.