Hevserokê DBP'ê yê Stewrê hat berdan

MÊRDÎN - Hevserokê DBP'ê yê navçeya Stewrê Kemal Aydin piştî 7 rojan serbest hat berdan.

Li navçeya Stewrê ya Mêrdînê, Hevserokê DBP Kemal Aydin ku di 30’ê Gulanê de hatibû binçavkirin îro derket pêşberî dadgehê. Aydin ê bi hinceta “alîkariya rêxistinê kiriye” hatibû binçavkirin ji aliyê dozgeriyê sewqî dadgehê hat kirin. Aydin bi şerta kontrola edlî serbest hat berdan.