ŞIRNEX - Li herêma Kato ya ku 49 roje operasyona leşkerî didome, gorên aîdî KK’iyan hatin xerakirin.
Li herêma Kato ya navçeya Elka Şirnexê bi tevlîbûna gelek leşker û cerdevanan di 18’ê Nîsanê de operasyon hatibû destpêkirin. Di operasyonê de gorên aîdî PKK’iyan hatin xerakirin.
Dîwarên “Goristana Şehîd Kurtay Feraşîn” a li Zozanên Meydan Kolya ye bi kepçeyan hat xerakirin. Li gora ku kêl hatine xerakirin, hat diyarkirin ku avahiya ji bo ziyaretê hatiye avkirin jî bi temamî hatiye xerakirin.
Derdora goristanê jî di 14’ê Mijdara 2015’an de bi êrîşa hewayî hatibû bombebarankirin.