AMED - Parlamenterê HDP’ê yê Amedê û endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Baluken ji doza girtî dihat darizandin ne hat berdan. Dadgehê diyar kir ku ew ê rûniştina bê de derbarê Baluken de biryarê bidin. Parêzer Mesut Beştaş jî got ku navê vê pêkanînê kumpase.
Parlamenterê HDP'ê û endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Baluken ku di mijdara 2016’an de hat girtin û biryara navberê di 30'ê Çilede hat berdan, li ser îtirazê di 21'ê sibatê de dîsa hat girtin. Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Baluken ku dozger heta 18 salan cezayê girtîgehê xwest li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê derket pêşeri dadgehê. Baluken ji girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Sincanê bi riya SEGBİSê beşdarî rûniştina dozê bû û parezer jî di rûniştina dozê de amade bûn.
Parlamenterên HDP'ê Feleknas Uca, Îmam Taşçier û Ziya Pîr, Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim û xizmên Baluken tevlî dozê bûn. Doza bi xwendina belgeyên xistine dosyayê destpêkir dozger derbarê girtinê de fikra xwe got. Dozger da zanîn ku dê wesr û mahiyeya sûcdar di hukmê kontrola edlî de kêm bimîne û xwest halê girtî yê Baluken bidome.
Baluken da zanîn ku ew parastina xwe ya rûniştinên beriya niha de dubare dike.
'NAVÊ VÊ KUMPASE2
Parêzer Mesut Beştaş jî anî ziman ku li vî welatî tiştekî wekî sozê giran û tiştekî wekî sozê bê nirx nîne. Beştaş, got ku kesek ji ber dema siyasetê dimeşîne berdêla çend gotinên kirine bi jiyana xwe dide û wiha got: “Ger hûn mirovekê teşvîkî xebatên dijqanûnî bikin, piştre alîkarî bidinê, heta cihekî bînin û piştre bigirin navê bê kumpase.”
Piştî parastina naveberek kurt hat dayîn û piştî navberê dadgehê biryara xwe aşkera kir. Dadgehê diyar kir ku dê şertê kontrola edlî ji bo berdanê kêm bimîne û biryara berdewamkirina girtina Baluken da. Li aliyê din serokê dadgeha biryara xwe aşkera kir, da zanîn ku ewe ê mutalaya dozger amadekiriye di navbera dozê de bide parêzeran û di rûniştina bê de biryarekê derbarê Baluken de bide.