ENQERE - ÎHD û TÎHV bal kişand ser çalakiyên li Kolana Yukselê ku her roj kedkarên çalakî li dar dixin û dan zanîn ku li Tirkiyê mafê mirovan di xistine bin dorpêçê û kesê li heqê xwe digerin rastî “êrîşên bêperwa” tên.
ÎHD û TÎHV bi civînek çapemeniyê nerazîbûn nîşanî îşkenceya li dijî Velî Salçik û yên pê re her roj li nava kolanan pêk tên da. ÎHD û TÎHV bi daxuyaniyekî hevpar bal kişandin ser çalakvanên li Kolana Yuksela Enqerê rastî îşkence, binçavkirin û êrîşên tund tên. Daxuyanî li Navenda Giştî ya ÎHD’ê hat li darxistin. Li ser navê saziyên mafê mirovan Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan daxuyaniya hevpar xwend. Turkdogan diyar kir ku peymanên mekezagona Tirkiyê û yên navnetewî tên îhlalkirin û got dixwazin feraseta rejîmek otoriter li Tirkiyê serdest bikin.
‘LI TIRKIYÊ MAFÊ MIROVAN DI BIN DORPÊÇÊ DE YE’
Turkdogan destnîşan kir ku li Tirkiyê mafên mirovan xistine bin dorpêçê û got ji girtina rojnameyan û televîzyonan bigire heta hemû binpêkirina mafan ên beşên civakê îhlalek giran derdixe berçavan û bi tabloyek giran re rû bi rû ne. Turkdogan got ku dorpçêkirina Abîdeya Mafê Mirovan îfadeya hemû mafên mirovan xistine bin dorpêçê ye. Turkdogan anî ziman ku desthilatdariya siyasî li dijî civak û kesên li mafê xwe digerin “êrîşên bêperwa” pêk tîne û di berdewamiya daxuyaniyê de bal kişand ser çalakvanên li Kolana Yukselê her roj rastî tundî û îşkenceyê tên.
‘YA TÊ KIRIN ÎŞKENCE YE’
Turkdogan da zanîn ku Komîteya li Dijî Îşkenceyê ya NY (UNCAT) li gorî raporên di deste wan de li hember Tirkiyê gumanê wan gelek in û got li gorî peymanên netewî û navnetewî tundiya li hember Velî Salçik û yên pê re pêk tê navê wê îşkence ye.