ENQERE - Bi boneya Roja Hawirdorê ya Cîhanê Serokê TMMOB’ê Emîn Korkmaz daxuyaniyek da û diyar kir ku ligel qanûna mafê di hawirdorek bi denge û tendirûst de jiyînê ya di qanûna bingehîn û navneteweyî de jî îktîdar ji ber çavsoriya xwe qanûna bingehîn nasnake û welat talan dike.
Di Konfrenasa Mirov û Derdor a Neteweyên Yekbûyî ya di sala 1972’an li paytextê Îsvîçreyê Stockholmê hat lidarxistin de, di derdorek paqijde jiyîn wekî mafekî bingehîn hat naskirin û 5’ê Hezîranê wekî Roja Hawirdorê ya Cîhanê hat îlankirin. Bi boneya rojê Serokê Yeketiya Odeya Avahîsaz û Endezyarên Tirkiyeyê (TMMOB) Emîn Korkmaz, daxuyaniyek da. Korkmaz da zanîn ku çavsoriya mirovan gefê li pêşeroşa mirov û gezegên dixwe. Korkmaz, da zanîn ku ji bo cîhanek ku nifşê nû lê bikare bijî bê hiştin divê pirsgirêkên derdor ên ku bûne krîza ekolojiyê bên çareserkirin û sererastkirinên qanûnî bên kirin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
BI ÇAVSORIYA BERJEWENDIYÊ XWEZA TÊ TEHRÎPKIRIN
“Di 15 salên îktîdara AKP’ê de bi qanûnên dij xwezayê welat kiriye qada rantê, qadên bajar û bejahî, daristan, perav û qadên xwezayî bi çavsoriya berjewendiyê hatiye xerakirin. Gelek mînakên vê hene. Qanûna ku dixwazin zeytunan talan bikin ji bo pêşeroja me gefek mezine.”
ÎKTÎDAR QANÛNA BINGEHÎN NAS NAKE
Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi madeya 56’an a qanûna bingehîn “mafê di derdorek bi denge û tendirûstî de jiyîn, pêşdebirina derdor, tendirûstiya derdor parastin û pêşîgirtina li qirêjbûna derdor de” xistine bin ewlehiyê lê ligel vê jî îktîdara ku qanûna bingehîn nas nake bi çavsoriya xwe welat talan dike.