RIHA - Li Xelfetî û Pirsûrê 9 kesên di nava wan de rêveberên DBP’ê û endamên meclîsa şaredariyê jî hene hatin binçavkirin.
Li navçeya Xelfetiya Rihayê leşkeran bi ser malan de girtin û endamê Meclîsa Şaredariya Xelfetê Mustafa Çolak û welatiyên bi navê Kemal Erdî, Fadil Akdemîr, Gunay Kaplan, Kadîr Evîn, Abdullah Boga, Bariş Koykaç û ile Ahmet Colayir binçav kirin.
8 kesên ku hinceta binçavkirina wan ne hat zanîn birin Qereqola Cendirmeyan a Golkuya Jorîn.
Li Pirsûsê jî rêvebera DBP’ê ya navçeyê Guleren Koştî dema ji mala şînê ya çûbû ziyarete derket ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Koştî, birin midûryeta polîsan a navçeyê.