Sariyildiz bersiv da biryara ji hemwelatîbûnê derxistinê: Em şaş neman

ENQERE - Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Sariyildiz têkildarî hewldana ji derxistina hemwelatîbûna Tirkiyê axivî û got: “Bi temamî hiqûq ji holê hatiye rakirin. Hemû sazî bi fermana Erdogan dixebitin û hatine xespkirin. Helbet em bi biryarek wisa ku ji aliyê desthilatdariyê ve hat dayîn matmayî neman.”

Wezareta Karê Derve ya Tirkiyê aşkere kiribû ku di derbarê kesên derheqê wan de lêpirsîn heye û li derveyî welat in ku di nav de parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, parlementera HDP’ê ya Wanê Tugba Hezer, parlementerê HDP’ê yê berê Ozdal Uçer hene dê 130 kesî li derveyî welat ji hemwelatîbûna Tirkiyê bên derxistin. Ji bo van kesan demek wek 3 meh divê vegerin Tirkiyê hat nasîn. Em di derbarê vê biryarê de bi Parlementerê Şirnexê Faysal Sariyildiz re axivîn. Sariyildiz got: “Bi temamî hiqûq ji holê hatiye rakirin. Hemû sazî bi fermana Erdogan dixebitin û hatine xespkirin. Helbet em bi biryarek wisa ku ji aliyê desthilatdariyê ve hat dayîn matmayî neman.”

‘BIRYAR SOSRET E’

Saryildiz îlankirina di derbarê wan de hatiye dayîn wek bêhiqûqiyê pênase kir û wiha got: “Bi taybetî ev du sale piştî xerakirina bajarê li Kurdistanê û li Tirkiyê jî piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê hiqûq bi temamî ji holê hat rakirin. Pergalek faşist gav bi gav xwe da rûniştandin. Ji welatîbûnê derxistina me jî divê bi vî awayî bigirin dest û bê fêmkirin.” Sariyildiz da zanîn ku ew vê biryara li dijî parlementeran jî wek sosret bi nav dikin û wiha berdewam kir: “Bi temamî hiqûq ji holê hatiye rakirin. Hemû sazî bi fermana Erdogan dixebitin û hatine xespkirin. Helbet em bi biryarek wisa ku ji aliyê desthilatdariyê ve hat dayîn matmayî neman. Heta em dikarin wate jî bidinê.”

‘BIRYAR BI TIRSA ERDOGAN VE GIRÊDAYÎ NE’

Sariyildiz biryara ji hemwelatîbûnê derxistin wek tirsa Serokomar Erdogan nirxand û got tu girîngiya biryarê ji wan nîne. Saryildiz diyar kir ku tu fêde ji paşeroja Tirkiyê neke û û wiha pê de çû: “Pêkanînên bi vî awayî gelek pêk hatin. Li Kurdistanê jî di nav salek û nîvê dawî de li nêzî 10 bajaran kevir li ser kevirê nehat hiştin. Bi hezaran mirov ji warê xwe bû. Sûcên herî mezin ên li dijî mirovahiyê pêk hatin. Ditrisin ji ber ku gelek sûcên mirovahiyê kirin e. Ji darizandinê ditirsin. Desthilatdarî di nav xwe de hatiye perçekirin. Ji ber vî awayî Erdogan ji vê ditirs e. Lê tirsa wî ya bingehîn ew e ku ji xeta siyaseta HDP’ê ya bi hêz ditirs e. Jixwe Erdogan ewil li hember serkeftina HDP’ê winda kir. Dema me di 7’ê hezîranê de ji sedî 13 deng girt, êdî AKP nikaribû bibe desthilatdar û ji wê rojê heta îro li hemû welêt şer da îlankirin. Li dijî HDP’ê şer da destpêkirin. Divê meriv vê biryara ji hemwelatîbûnê jî wisa binirxîn e.”

‘DITIRSE KU LI ASÎMANÊ WELATÊ XWE BIGIRE’

Saryiyildiz angaş kir ku Erdogan li welatê xwe jî nikare tenê li asîmanan bigire û got di her serdanekî de bi artêşa kesên ji çekan pêk tê digire û di bin siya çekan de derdikeve turan. Saryildiz derbarê vegerê de jî got heta ew bi partiya xwe neşêwire nikare tu biryarê bide û da zanîn ku ew ê di rojên pêş de daxuyaniyê ji bo vê yekê bidin.